
Çavê awareyên Şingalê li Pêvajoya Aştiyê ye: Em dixwazin vegerin ser warê xwe
.
Li Kampa Kebertû ya Dihokê, bi hezaran awareyên Şingalê, mîna Ehmed Casim, bi baldarî nûçeyên derbarê pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de dişopînin. Ji bo wan, ev pêvajo ne tenê nûçeyeke siyasî ye, lê belê hîva vegera li ser warê xwe ye ku zêdetirî 11 sal in jê dûr ketine.
Awareyê bi navê Ehmed Casim ji K24 re dibêje, "Ev lihevkirina aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de di berjewendiya me hemûyan de ye, bi taybetî ya Şingalê. Em ji ber balafiran û pirsgirêkan nikaribûn vegerin. Heta gelek Şengalî ji ber van şeran çûn Tirkiyeyê. Em kesên aşîxwaz in, em tenê debara jiyana xwe dixwazin."
Zêdetirî 40,000 malbatên Şengalî hêj di kampên awareyan de jiyana xwe derbas dikin. Yek ji sedemên sereke yên ku rê li ber vegera wan girtiye, hebûna PKKê li herêmê û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê yên li ser Şingalê bûne.
Muxtar Ebdulla Murad jî rewşa xelkê wiha tîne ziman: "Ev 11 sal in xelk li kampan e û êdî aciz bûye. Xelk dixwaze vegere, lê ji ber tirsê nikare vegere. Divê ew der aram bibe, da ku mirov bikaribin malên xwe yên xerabûyî ji nû ve ava bikin û karê xwe bikin."
Li gorî raporeke navenda CTP ya Amerîkî, berê ji ber nakokiyên di navbera Tirkiye û PKKê de, metirsî li ser 1,900 gundên Herêma Kurdistanê, bi taybetî yên li ser sînorê parêzgeha Nînewayê, hebû.
Piştî salên dirêj ên nexweşî û nehametiyan, niha çavê awareyên Şingalê li serkeftina pêvajoya aştiyê ye. Daxwaza wan a sereke ew e ku herêma wan bibe cihekî aram, da ku bikaribin ji jiyana kampê rizgar bibin û vegerin ser warê xwe yê ku bi hezar salan e yê wan e.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin