'Cara yekem e serokkomarekî Almanyayê beyaneke xwe bi Kurdî belav dike'

'Cara yekem e serokkomarekî Almanyayê beyaneke xwe bi Kurdî belav dike'

.

A+A-

 Serokê Civaka Kurd a Almanyayê (KGD) Mehmet Tanriverdî diyar kir ku peyama Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier a bi Kurdî, ji bo naskirina nasnameya Kurdan gaveke girîng e.

Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter-Steinmeier duh (20.02.2023) li Berlîna paytexta Almanyayê li ber deriyê dîrokî Brandenburgê axavtinek kir û qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê bibîr anî.

Serokkomar Steinmeier di dawiya peyama xwe de bi Kurdî, Erebî û Tirkî got “Em her tim bi we re ne.”

Serokkomariya Almanyayê metna peyama Frank-Walter-Steinmeier li ser malpera serokkomariyê bi Kurdî belav kir.

Serokê Civaka Kurd a Almanyayê (KGD) Mehmet Tanriverdî beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê mijarê de got “Em vê mejake gelek pozîtîf dibînin. Di dîroka koçberên Almanyayê de ev 60 sal zêdetir e cara yekem e ku serokkomar beyana xwe bi zimanê Kurdî belav dike. Bi rastî ji bo me xewnek bû. Ji bo nasnameya Kurdî ev gaveke gelek giring e û em vê slav dikin.”

Tanriverdî diyar kir ku wan serî li Civaka Alman-Tirk (TGD) û Komeleyên Alîkariyê yên Alman-Sûriyeyî yên ku merasîm organîze kirin û Steînmeîer vexwendibûn, xwestine ku tevlî merasîmê bibin lê ew li derve hatine hiştin û ji ber vê yekê peyam ji Serokkomarê Almanyayê re şandine.

Tanriverdî diyar kir ku wan beriya hefteyekê li ser navê KGDyê ji Steînmeîer re peyam şandin û got “Me dizanibû ku ew ê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li Deriyê Brandenbûrgê yê dîrokî axaftinekê bike. Piraniya kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane Kurd in, ji ber vê yekê me diyar kir ku girîng e peyam bi Kurdî be. Serokkomar ev peyam li ber çavan girt û peyama xwe ya bi Kurdî li ser rûpela xwe ya fermî parve kir. Em gelek pê kêfxweş in, em vê yekê wek gavek ji bo naskirina nasnameya Kurdan dibînin.”

Tanriverdî bi bîr xist ku nêzî milyonek û nîv Kurd li Almanyayê dijîn û got ku wan piştî erdhejê çalakî li dar xistin û alîkariyên ku wek KGD kom kiribûn bi rêya Dezgeha Xerxwaziya Barzanî ji herêmên erdhejê re şandine.

Piştî erdhejên Mereşê hikûmeta Almanyayê biryar da ku ji bo welatiyên Tirkiyeyê yên ji erdhejê zirar dîtine vîzeyê hêsan bike.

Mehmet Tanriverdî ragihand ku ew bi biryara hikumeta alman kêfxweş in û diyar kir ku kesên li Almanyayê xizmên wan hene dikarin 3 mehan ji vîzeyê sûd werbigirin. Tanriverdî da zanîn ku ew li bendê ne ku heman biryar ji bo Kurdên Rojava jî derbasdar be.

Tanriverdî diyar kir ku weke Civaka Kurd a Almanyayê 175 hezar Euro kom kirine û beşek ji wan ji malbatên Efrînê re şandine. Tanriverdî got, "Ji bo jin û zarokên sêwî jî dê projeyên me hebin."

Tanriverdî ragihand ku hevalên wî yên Alman jî piştgirî didin alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine komkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin