Çar parçe di muzexaneya Seyda Goyan de

Çar parçe di muzexaneya Seyda Goyan de

.

A+A-

Muzexaneya Etnografî Ya Seyda Goyan li parêzgeha Şirnexê, bi berhevkirina kelûpelên kurdî çand û dîroka diparêze, Xwediyê Muzexaneyê Seyda Goyan dibêje, “Zêdetirî 1000 berhemên ji her çar parçeyên Kurdistanê di Muzexaneyê de hene.”

Folklorîst, berhevkar û lêkolîner Seyda Goyan ji Kanal8ê re da zanîn: Di muzexaneyê de piraniya bermahiyên çalakiyên rojane yên gelê me hatine berhevkirin, ji alavên çandinî û kincên netewî bigre hetanî bi amûrên muzîkî.”

Goyan her wiha got, Muzexane ne tenê cihê temaşekirina kelûpelan e, lê belê gelek caran dengbêjên ji hemû herêmên Bakurê Kurdistanê tên li vir di şevbihêrkan de kilaman dibêjin.

Ji bilî karê Muzexaneyê, şeş pirtûkên Seyda Goyan di warê folklorî û wêjeya devkî de hene ku ev in: Stranên Folklorîk ên Botanê (3 bergên wê), Destanên Kurdî (Ji devera Goyan) ku bi devoka Goyan hatiye nivîsandin, Antolojiya Dengbêjên Botanê, Keça Ticar (Çîrokên Folklorîk ji Bakurê Kurdistanê) jî ji çîrokên erotîk û kenokî pêk tê.

Xebatên Seyda Goyan tenê di sînorê Bakurê Kurdistanê de xwe asê nekirine, ew ji sala 2005’an ve Nûnerê Enstîtuya Kelepûrî ya Kurdî – Şaxa Silêmaniyê ye li Bakurê Kurdistanê. Wî ji salên 90’an ve dest bi karê berhevkirina berhemên folklorîk kiriye hetanî niha.
Muzexaneya Etnografî Ya Seyda Goyan sala 2019’an ket nav xebatên avakirinê û ji 2020’an ve her roj malovaniya geştyar û serdanîkeran dike.

Xwînerên dixwazin ji nêz ve agehiyan derbarê Seyda Goyan û Muzexaneya Etnografî werbigrin, îşev demjimêr di 19:00’an de dê bibe mêhvanê bultena Demjimêra Kurmancî li ser ekranênn Kanal8ê. Weşana zîndî dê li ser Facebooka me were parvekirin.

Nûçe: Channel 8

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin