Cano Amedî: Em jî wek partî û rêxistinên Kurdistanî dikarin komîsyonekê ava bikin

Cano Amedî: Em jî wek partî û rêxistinên Kurdistanî dikarin komîsyonekê ava bikin

.

A+A-

 

Derbarê avakirina komisyona pêvajoya nû de partiyên kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê dibêjin divê nûnertiya kurdan wê komîsyonê de xurt be û daxwazên neteweyî yên kurdan jî bi awayeke zelal werin bilêvkirin. Partiyên Kurdistanî dibêjin eger aliyên kurdistanî wê komîsyonê de cih negirin dikarin komîsyonek nav xwe de jî ava bikin.

Ji aliyê Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş ve bingeha Komîsyona Parlementoyê ya bo pêvajoya nû hat danîn û dê di komîsyonê de endamên partiyên parlementoyê de ne cih bigirin. Derbarê vê mijarê de Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê dibêjin ew jî dixwazin pêvajoya çareseriya pirsa kurd de bi awayeke çalak cih bigirin û daxwaza partiyên kurdistanî ew e ku nunertiya kurdan bi awayeke xurt were kirin û daxwaza mafên neteweyî yên kurdan were kirin.

Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Cano Amedî ji K24ê re got: “Partiyên Kurdistanî jî dikarin nav xwe de komîsyonek ava bikin, em bo vê yekê jî vekirîne, her wiha partiyên parlementoyê de ne jî eger bixwazin em dikarin hevdîtinan bi wan re bikin û nêrînên xwe bi wan re parve bikin.”

Partiyên Kurdistanî dibêjin divê komîsyon ne tenê bi partiyên parlementoyê re sînordarkirî be û daxwaza partiyên kurdistanî ew e ku din ava komîsyonê de cih bigirin û derbarê nexşerêya pêvajoyê de jî werin agahdarkirin.

Cîgırê Serokê Hak Parê Hanîfî Eren dibêje: “Komîsyona ku bin banê parlementoyê de tê avakirin de nûnertiya kurdan qels e, em jî dixwazin nava wê komîsyonê de cih bigirin û derbarê çareseriya pirsa kurd de nêrîn û pêşniyarên xwe bi wan re parve bikin.”

Partiyên Kurdistanî dibêjin ew dixwazin pirsa kurd çareser bibe û amade ne sûdê jî bidin, pêşniyar jî dikin ku partî û rêxistinên kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê di nav xwe de komîsyonekê dikarin ava bikin.

(K24) 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin