Çalakvanên Şoreşa Jînayê bi hilkefta 10`ê Xakelêweyê, peyamek belav kirin

Çalakvanên Şoreşa Jînayê bi hilkefta 10`ê Xakelêweyê, peyamek belav kirin

.

A+A-

Çalakvanên navxwey welat bi mebesta xwedî derkevtin li şehîdên Kurdistanê û bitaybet şehîdên Şoreşa Jînayê, bi hilkefta salroja Şehîdên Kurdistanê peyamek belav kirin.

Deqa peyamê bi vî away ye:

Namirin yên ku di dilê milet de dijîn!

Xelkê biemeg yên Kurdistanê!

Roja Pêncşemî 10`ê Xakelêweya 2723`an a Kurdî ku salroja Şehîdên Kurdistanê ye û salroja bidarvekirina bavê Kurd, “Pêşewa Qazî Mihemed” e bo rêzgirtin û vebîranîna hemû şehîdên Kurdistanê ji “Qazî Mihemed heta şehîdên Şoreşa Jînayê”, li ser tirbên pîroz yên wan peymana qutnebûn heta serkevtinê nû dikin.

Xelkê wêrek û çavnetirs yên Kurdistanê, roja Pêncşemî demjmêr 00:3 paşnîvro li ser tirbên pîroz yên şehîdên tevgera Kurd li gund û bajarên Kurdistanê amadebûn û digel rê û rêbaza wan peymana emegnasiyê dubare kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin