
Çalakvana Elewî: Kurd, Elewî û Durzî ne cudaxwaz in, lê nenavendiyê dixwazin
.
Berdevka Komeleya Elewiyên Sûriyeyê li Ewropayê Zîna Ebdulrehman, derbarê xwepêşandanên dawî yên li bajarên Laziqiye, Hums û Tertûsê de ragihand, desthilata Sûriyeyê binpêkirinan li dijî pêkhateya Elewî pêk tîne û daxwazên wan ên rewa paşguh dike. Herwiha got, çawa Kurd û Durzî daxwaza mafên xwe dikin bêyî ku welat parçe bikin, Elewî jî heman tiştî dixwazin.
Zîna Ebdulrehman beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û rewşa dawî ya herêmên Elewiyan nirxand û got: "Xwepêşandanên niha tên kirin, ji bo şermezarkirina wan binpêkirinan ku di demên borî de hatine kirin. Xwepêşander sivîl bûn û daxwazên wan rewa bûn, lê mixabin hêzên ewlehiyê yên hikûmetê bi tundî bersiva wan dan."
Helwesta li hember "Federaliyê"
Derbarê daxwaza federaliyê de, Berdevka Komeleya Elewiyan helwesta xwe zelal kir û got, ew daxwaza dewleteke taybet nakin, lê ew dixwazin mafên wan di çarçoveya sîstemeke nenavendî de bê parastin.
Zîna Ebdulrehman behsa pêkhateyên din ên Sûriyeyê kir û got: "Em çi Elewî bin, çi Sunnî, çi Kurd û çi Durzî bin, em hemû beşek in ji Sûriyeyê û em dabeşbûnê red dikin."
Derbarê daxwaza federalî û nenavendiyê de, Zîna Ebdulrehman got: "Wekî Kurd û pêkhateyên din, em jî tên tohmetbarkirin ku em cudaxwaz in. Lê em vê yekê red dikin. Em beşek in ji vê dewletê û em daxwaza nenavendiyê dikin ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan."
Zîna Ebdulrehman diyar kir ku ew daxwazên ku îro Elewî li Hims û Tertûsê dikin, heman ew daxwaz in ku Kurd û Durzî jî dikin, ku ew jî "Ewlehî, dadperwerî û jiyaneke bi rûmet e ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê."
Bêdengiya navdewletî û Hikumeta Şamê
Zîna Ebdulrehman rexne li bêdengiya civaka navdewletî û hikûmeta Sûriyeyê girt û got: "Mixabin heta niha em dibînin ku ti kes berpirsyariyê hilnagire. Hikumeta niha ya Sûriyeyê ti gavek neavêtiye ji bo cezakirina tawanbaran an guhdarîkirina daxwazên me."
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku hejmara qurbaniyan nayê zanîn, lê bûyerên kuştin û tundiyê bi belge û vîdyoyan hatine tomarkirin.
Di dawiyê de, Zîna Ebdulrehman got: "Em ê li kêleka gelê xwe bin û karê me yê şev û roj berdewam e heta ku em daxwazên Elewiyan û hemû welatiyên Sûriyeyê yên ji bo ewlehî û aramiyê bi cih bînin."
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin