Çalakiya Chalak Eventsê: Ganî Mîrzo dê qala Ziryab, Flamenko û Muzîka Kurdî bike

Çalakiya Chalak Eventsê: Ganî Mîrzo dê qala Ziryab, Flamenko û Muzîka Kurdî bike

.

A+A-

Platforma çandî û hunerî Chalak Events, bernameya xwe ya yekem a sala 2026an bi mazûvaniya hunermendê navdar ê Kurd Ganî Mîrzo dest pê dike.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên "Sihbetên Çayê" de ku gihîştiye bernameya 34an, Ganî Mîrzo dê li ser mijara "Zîryab, Flamenko û Muzîka Kurdî" semînerekê bide.

Çalakî dê sibe demjimêr 17:00an li Nînova Cafeyê ya li Stenbolê bi moderatoriya nivîskar Mewlûd Oguz were lidarxistin.

Beşdar dê di vê çalakiyê de li ser pêwendiya di navbera muzîka Kurdî û Flamenkoyê de zanyariyan wergirin û bi pirsên xwe beşdarî nîqaşê bibin.

Ganî Mîrzo kî ye?

Ganî Mîrzo sala 1968an li Qamişloyê ji dayîk bûye.

Piştî qedandina lîseyê çûye Helebê û du salan li wir beşa muzîkê xwendiye.

Mîrzo paşê vegeriyaye Qamişloyê û mamostetiya muzîkê kiriye.

Hunermendê Kurd piştî leşkeriyê berê xwe daye Ewropayê û 20 sal in li bajarê Barcelonayê yê Katalonyayê dijî û xebatên xwe yên hunerî li wir didomîne.

Chalak Events çi dike?

Chalak Events platformeke serbixwe ye ku navenda wê li Stenbolê ye û armanca wê ew e ku ciwanên Kurd li dora çand, huner û edebiyatê bîne cem hev.

Platform bi taybetî bi rêzeçalakiyên xwe yên bi navê "Sihbetên Çayê" tê naskirin.

Di van çalakiyan de nivîskar, hunermend, akademîsyen û kesayetên naskirî yên Kurd dibin mêvan û li ser mijarên curbicur bi ciwanan re guftûgoyê dikin.

Chalak Events her wiha atolye, pêşangeh û çalakiyên torbendiyê (networking) jî li dar dixe da ku qadeke civakîbûnê ya bi Kurdî ava bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin