Bultena Fars Newsê ya hackkirî: Stratejiya sereke ya Îranê şerê partiyên Kurdî ye

Bultena Fars Newsê ya hackkirî: Stratejiya sereke ya Îranê şerê partiyên Kurdî ye

.

A+A-

Komeke hacker a bi navê “Black Reward” bulteneke nûçeyan a veşartî ya ajansa nûçeyan a Fars, Fars Newsê belav kir ku ne ji bo weşanê lê tenê ji bo fermandariya Supaya Pasdarên Îranê hatibû şandin. Di bultenê de hin nûçe û zanyariyên li ser xwepêşandanan ku nehatine weşandin cih digirin, hin ji wan nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê ne, hin ji wan jî berovajî daxuyaniyên rayedarên hikûmetê ne.

Di beşekê de hatiye diyarkirin di nav 25 hezar xwendekarên Sineyê de 17 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûne û 300 mamoste jî bi tohmeta ku bi xwepêşanderan re bûne dosyeya wan ji beşa lêkolînê re hatiye şandin.

Her wiha hatiye ragihandin ku bi hezaran xwendekar li parêzgehên Kirmaşan, Tehran, Fars û Tewrêzê di xwepêşandanan de gelekî çalak bûn û gel organîze kirin ku li derveyî dibistanan xwepêşandanan bikin.

Li gorî nûçeya Farsnewsê, bi giştî 3 hezar û 250 xwendekar di xwepêşandanan de çalak bûn ku ji wan hinek sond dane xwarin û hinek jî ji bo çend rojan ji xwendinê hatin dûrxistin.

Di xwepêşandanan de dibistanên Sineyê ji dibistanên parêzgehên din ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalaktir bûne.

Di bultenê de behsa girtina 4 xwendekarên xelkê bajarê Dehgolan a ser bi Sineyê hatiye kirin. Ayda Lutfî, Şino Ehmediyan, Kîjan Kerîmî û Stayiş piştî hatin girtin ji bo Sineyê hatine şandin.

Di nûçeya Fars Newsê de behsa greva giştî ya dukandar û karsazan jî hate kirin, “Ji bilî parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê li parêzgehên din ti grev nehatine girtin. Ji sedî 90 bazara Sineyê û ji sedî 50 li Merîwan û Baneyê hatine girtin.”

Di beşeke din de ku xuya ye girêdayî rojeke din e, hatiye gotin ku %100 bazarên Seqiz û Sineyê, %90 li Merîwanê û %50 li Bane û Dehgolan ji bo piştevaniya aliyên opozisyonê hatine girtin.

Di derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê de jî hatiye gotin ku Komara Îslamî ya Îranê plana êrîşa li ser wan dike lê xwepêşandanan lez daye vê yekê.

Di nûçeya Fars Newsê de hatiye ragihand, “Partiyên Rojhilatê Kurdistanê alavên leşkerî û hêzên xwe şandine parêzgehên Sine û Urmiyê û çend barekî çekan jî hatine desteserkirin.”

Her wiha behsa êrîşên li ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî dike û diyar dike ku di êrîşên li ser baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de herî kêm 25 kesan canê xwe ji dest dane û 100 kes jî birîndar bûne. Di êrîşa li dijî navenda Komeleyê de, navenda rêveberiyê û Rojhelat TV hatin rûxandin û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûne.

Li gorî raporê, 55 baregehên Komele, PDKÎ û PAKê hatine armanckirin û di êrîşan de 72 mûşek û 26 firokeyên bê firokevan hatine bikaranîn. Herî kêm 90 kes ji her aliyekê hatine kuştin û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne, ev yek jî bûye sedem ku Komara Îslamî ya Îranê operasyonê rawestîne.

Fars Newsê gotiye, “Stratejiya sereke ya Komara Îslamî şerê Komele, PDKÎ û PAKê ye û ji bo vê yekê jî xwepêşandanan derfet û hinceteke baş daye Komara Îslamî.”

Li ser êrîşa bejahî ya Îranê di nav Herêma Kurdistanê de hatiye gotin, “Operasyonên leşkerî yên li dijî van partiyan ne sûdmend in ji ber ku ew di komên 5 kesî de xwe vedişêrin û di şerê partîzaniyê de pispor in û di hin rewşan de dikarin çend komên serbazî 900 kesî mijûl bikin.”

Di dawiya bultenê de behsa wê yekê hatiye kirin ku li gorî pisporan mezinbûna xwepêşandanan piştî mirina Jîna Emînî ji ber xemsariya qaymeqamê Seqizê bûye ku atmosfereke ewlehiyê li bajêr çêkiriye û bi vî awayî xelkê xeyîdandiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin