Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin

Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin

.

A+A-

Xwepêşanderan cadeyeke sereke ya başûrê bajarê paytexta Brîtanyayê Londonê girtin.

Wan rê neda ku polîs koçberan li navenda ku dimînin desteser bikin û wan bişînin Rwandayê.

Polîs dixwaze bi darê zorê xwepêşanderan belav bike û 45 xwepêşander desteser kirin da ku rêya çûyîna navenda koçberan vekin.

Xwepêşanderekê anî ziman:

“Îro me hewl da li hemberî yasaya kirêt a wezareta karên navxwe herêmê biparêzin.

Xelkê jî biparêzin ku mafê man ê ji bo wan nayê dayîn û li ser bingeha neteweyê ji civakê tên dûrxistin.”

“Serkeftineke demkî û biçûk e”

Xwepêşandereke din jî got:

“Ev serkeftineke demkî û biçûk e.

Bêguman divê berdewam be û em rojane rûbirû bibin.

Tundûtûjiyên wezareta karên navxwe rojane ne.”

Polîsên Brîtanyayê ji bo desteserkirina koçberan dest bi operasyonekê kiriye ku navê wan ji bo şandina Rwandayê hatiye tomarkirin.

Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku heta dawiya salê di planê de heye ku 5 hezar û 700 koçberî bişînin Rwandayê.

Heta niha 2 hezar û 143 koçber bi armanca dersînorkirina Rwandayê ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

Ji ber aloziyên di navbera xwepêşander û polîsan de Wezîrê Karên Navxwe yê Brîtanyayê James Cleverly li ser tora civakî Xê peyamek belav kir û ragihand:

“Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku xwepêşanderên şerxwaz êrişî efserên polîs bikin.

Ew di heman demê de hewl didin grûpên koçberan ragirin, bicihkirina koçberan li otelan rojane bi milyonan dolar li ser me bac e.”

Hefteya borî ligel pesendkirina biryara şandina koçberan a Rwandayê ji aliyê Parlamentoya Brîtanyayê ve Serokwezîr Rishi Sunak ragihand ku ew dê meha Tîrmehê yekemîn grûpa koçberan bişînin Rwandayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin