
Brîtanya: Em piştgiriyê didin agirbesta li Helebê
.
Nûnera Brîtanyayê ya Karû Barên Sûriyeyê Ann Snowê eşkere kir ku ew piştgiriyê didin agirbesta li Helebê.
Ann Snowê agirbesta demkî ya li Helebê pêşwazî kir û got, "Ez ji bo kêmkirina êşa sivîlên ku di nav tundûtîjiyê de mane, teşwîqî dirêjkirina dema agirbestê dikim."
Nûnerê Brîtanyayê li ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku Brîtanya bi berdewamî teqezî li ser parastina sivîlan û girîngiya diyalogê dike da ku Peymana 10ê Adarê were bicihkirin.
Anna Snowê di peyama xwe de got, “Ez pêşwaziya agirbesta demkî ya li Helebê dikim û ji bo kêmkirina êşa sivîlên ku di nav tundûtîjiyê de mane, ez teşwîqî dirêjkirina wê dikim.
Brîtanya daxwaza parastina sivîlan didomîne û teqezî li ser girîngiya dan û standinan a ji bo bicihkirina Peymana 10ê Adarê dike.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin