Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike

Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike

.

A+A-

Hat ragihandin ku Kordînatorê Koşka Spî yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, wê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dzeyî serdana Brett McGurk a bo Herêma Kurdistanê piştrast kir. Tê çaverêkirin Brett McGurk li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Derbarê hurgiliyên dîroka serdanê û danûstandinên McGurk li Herêma Kurdistanê de, hêj zêdetir agahî nehatine belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin