Bozyel: Dewlet xebatên rewa yên Kurd û Kurdistanê, bi PKKê ne rewa dike

Bozyel: Dewlet xebatên rewa yên Kurd û Kurdistanê, bi PKKê ne rewa dike

.

A+A-

Piştî girtin û serbestberdana Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel, PSKê bi piştgirîdayîna partiyên siyasî û saziyên sivîl yên Kurd, daxuyaniyek belav kir.

 

Piştî girtin û serbestberdana Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel, PSKê bi piştgirîdayîna partiyên siyasî û saziyên sivîl yên Kurd, daxuyaniyek belav kir. Bayram Bozyel ji bo piştgiriyên ku di serdema desteserkirî û girtî bûye de hatine nişandan spasiyên xwe kir û anî ziman ku bi saya wan piştgiriyan ew serbest hatiye berdan.

Bayram Bozyel bal kişand ser wê yekê ku bi hincetên ku çalakî û xebatên demokratîk kiriye, xwestine wan xebatan wek piştgiriya rêxistinên terorî pênase bikin. Lê bi piştgiriya xurt ya raya giştî ku dizanin, çi eleqeya wî bi tundî û terorî re nîn e jî serbest hatiye berdan.

Bozyel anî ziman ku gelek caran, bi telefonekî çûye û îfade daye, lê vê carê weka ku tundî kiribe û bi rêxistinên terorî re pêwendîdar be, hatiye desteserkirin. Bozyel diyar kir ku mebest ji wê helwestê ew e ku çavtirsîn bidin têkoşîna rewa û demokratîk a Kurd û Kurdistanê.

Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel anî ziman ku dewleta Tirk ji siyaseta rewa û demokratîka Kurd nerazî ye, lê nikare rasterast jî êrişan bike û her carê, wek ku dewlet tundî bikar tîne, xebatên me yên siyasî jî bi rêxistina çekdar a PKKê ve girê didin da ku tiştên wiha bikin.

Bayram Bozyel di 8ê Mijdarê de hatibû desteserkirin û di 15ê Mijdarê de ewil biryara girtina wî hatibû dayîn, piştre jî, li ser îtiraza parêzeran û dozgerê dozê serbest hatibû berdan.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin