Borrell: Yekîtiya Ewropa dixwaze firokeyên şer bide Ukraynayê

Borrell: Yekîtiya Ewropa dixwaze firokeyên şer bide Ukraynayê

.

A+A-

Komîserê Ewlekarî û Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand, Yekîtiya Ewropî bi niyaz e di çarçoveya alîkariyên leşkerî de firokeyên şer bide Ukraynayê.

Borrell piştî konferansa vîdyoyî ya bi wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê re got: “Em dixwazin çekan, di nav de firokeyên şer jî hene peyda bikin.”

Diyar kir jî, Yekîtiya Ewropa razî bûye alîkariyan ji artêşa Ukraynayê re bişîne, di nav de jî dabînkirina çekan bi 450 mîlyon Euro û alavên leşkerî bi 50 mîlyonî hene.

Borrell destnîşan kir jî, “wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa li hev kirin ku ajansa RT û Sputnik êN Rûsî li welatên Yekîtiya Ewropa qedexe bike.”

Operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê ketiye roja xwe ya pêncan, di demekê de ku tê çaverêkirin ku danûstandin di navbera Mosko û Kîev de dest pê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin