
BONN - Jinên Kurd bi hunera xwe dibin şûrkêşên doza gelê xwe
.
Li Muzexaneya Jinan a Bonnê mijar ne bi tenê huner e. Ev pêşangeh stran, helbest û şêwekariyê bi peyamekê ve girê dide.
Mijarên wekî “Jin, Jiyan, Azadî” çewisandina nasnameya Kurdan û têkoşîna ji bo aştiyê îro li rojevê ne.
Birêvebira çalakiyê û endama SPDyê Şeza Alo ji Rûdawê re axivî û wê diyar kir ku jin dikarin bi gotina xwe, bi pênûsa xwe ya bi hunera xwe tiştekî bikin.
Ev çalakî dengên cuda tîne cem hev. Hunermend hunera xwe bi kar tînin da ku dîrokê diyar bikin.
Berhemên wan behsa zordarî û berxwedanê dikin.
Şêwekarê ji Rojhilatê Kurdistanê Ebas Mende jî diyar kir ku “Jin, jiyanê dide mirov” û bal kişand ser girîngiya dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê.
Şêwekara ji Efrînê Valentîna Canê jî li ser hêza hunerê got, “Em resam dikarin wê êşê ku li Kurdistanê heye bi rengên xwe û tabloyên xwe nîşan bidin” anî zimên.
Ji bo gelekan, ev pêşangeh qadeke hunerî ye ku bîranîn, êş û hêviyan rasterast digihîne hev û mijara jina Kurd tîne zimên.
Şêwekara ji Efrînê Xedîce Dellî jî li ser rola jinê peyivî û got, “Jinan rahiştiye pênûsê jî û rahiştiye çekê jî.”
Tiştê ku li Muzexaneya Jinan a Bonnê derdikeve holê, bîranîneke kolektîv û nîşaneke zelal e ku nasnameya Kurdan, bi taybetî ya jinan, tevî tundî û zordariyan jî li ser peyan e û dijî.
(Rûdaw)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin