Bokan: Rejîma Îranê mamostayekî Kurdî girt

Bokan: Rejîma Îranê mamostayekî Kurdî girt

.

A+A-

 Simko Yûsifî, bi navê Simko Selamet, nivîskar, helbestvan, çalakvanê sivîl û jîngehparêz û mamosteyê zimanê Kurdî yê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, duh, roja Duşemê, 26ê Gulana 2025an, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê (dîsîplîn) ya rejîma Îranê ve hate girtin.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, hêzên Îtilaatê bêyî destûr û belgeyeke hiqûqî û bi awayekî hovane êrîşî mala Simko Yûsifî ya li taxa Mîrawa ya Bokanê kirine, û tevî ya wî dest danîne ser telefona wî, ya hevjîn û zarokên wî jî.

Hate ragihandin ku Simko Yûsifî endamê sereke yê Encumena Jîngehparêziyê ya bi navê “Jînbanan”ê ya Bokanê ye.

Piştî girtinê, nayê zanîn bê li kû tê girtin û heta niha tu zanyarî derbarê tohmetên li dijî wî nehatine eşkerekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin