Bloomberg: Tirkiye dixwaze S-400an li Rûsyayê vegerîne

Bloomberg: Tirkiye dixwaze S-400an li Rûsyayê vegerîne

.

A+A-

Bloombergê ragihand ku Tirkiyeyê ji bo ku vegere projeya balafirên şer ên F-35 û pêwendiyên xwe yên bi Amerîkayê re asayî bike, ji Rûsyayê re pêşniyara vegerandina sîstemên S-400 kiriye.

Li gorî nûçeya ku Bloombergê, Tirkiye dixwaze wan sîstemên S-400 yên ku ji Rûsyayê kirîne û aktîf nekirine, careke din li Rûsyayê vegerîne.

Tirkiye bi vî awayî dixwaze pêwendiyên xwe bi Amerîkayê re asayî bike û ji cezayên CAATSAyê rizgar bibe û vegere nav projeya hilberîna balafirên şer ên F-35.

Li gorî nûçeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina hefteya borî ya li Turkmenistanê de li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ev mijar aniye rojevê.

Her wiha hat diyarkirin ku berpirsên her du welatan berê jî li ser vê mijarê axivîne lê Kremlînê red kiriye ku Erdogan û Putin li ser vê mijarê axivîbin.

Hêviyên rakirina cezayan

Berpirsekî Tirkiyeyê ji Bloombergê re ragihandiye ku piştî vegerandina sîstema S-400 dê cezayên Amerîkayê yên li ser pîşesaziya parastinê bên rakirin û ji bo wergirtina balafirên F-35 bingehek çêbibe.

Heman berpirsî daye zanîn ku ew li bendê ne cezayên li ser Tirkiyeyê sala 2026an bên rakirin.

Amerîkayê ji ber kirîna sîstema S-400an cezayên CAATSAyê li ser Tirkiyeyê ferz kiribûn û sala 2019an ew ji projeya balafirên F-35 derxistibû.

Tirkiyeyê ji Rûsyayê du sîstemên parastina asmanî yên S-400 û 128 mûşek kirîbûn.

Amerîka: Divê Tirkiye S-400an bi kar neyîne

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack hefteya borî ragihandibû ku hevdîtinên vegera Tirkiyeyê ya nav projeya balafirên F-35 û mijara sîstema S-400 berdewam dikin.

Tom Barrack li ser mijarê gotibû, “Li gorî yasayên Amerîkayê, ji bo lu Tirkiye dîsa beşdarî bernameya F-35an bibe, divê êdî sîstema S-400 bi kar neyîne yan jî ji destê xwe derxe.

Pêwendiya erênî ya di navbera Serok Trump û Serokkomar Erdogan de ji bo hevkariyê rewşeke nû afirand û ev yek bû sedema hevdîtinên herî berhemdar ên ku me di deh salên dawî de li ser vê mijarê kirine.

Hêviya me ew e ku ev nîqaş di mehên pêş de bibin xaleke werçerxanê ku hem pêdiviyên ewlehiyê yên Amerîkayê û hem jî yên Tirkiyeyê bi cih bîne."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin