
Biryarên Kongreya 12an a PKKyê hatin eşkerekirin
.
Biryarên ku di Kongraya 12emîn a PKKyê da hatine standin hatin weşandin.
Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê (PKK) banga 27ê Sibatê ya rêberê xwe Abdullah Ocalan pejirand û 12emîn kongreya xwe di navbera 5 û 7ê Gulanê de pêk anî.
PKKyê biryara xwefesixkirinê da bû.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê biryarên Dîwana Kongreya 12emîn a PKKyê wiha ne:
"PKK di çaryeka dawî ya sedsala 20'an de li hemberî mêtingeriyê weke encama polîtîkayên înkar û îmhayê destpê kir ku ev polîtîka li gelê Kurd dihate ferzkirin.
Berxwedana 52 salan, bi deh hezaran şehîdên xwe, piştgiriya mezin a gel, têkoşîna li cîhanê belav bû meşa azadî û hebûnê ya gelê Kurd afirand.
Rê li ber azadiya jinê vekir, li hemberî sîstema serwer a mêr zemînê şoreşa jinê afirand.
Pêşî li sosyalîzma nû vekir
PKK ji avaniyeke rêxistinî wêdetir nirxên azadiyê yên esîl derxist holê û mîrateyeke mezin ava kir ku xwe dispêre berxwedanê.
Kir ku li hemû parçeyên Kurdistanê gelê me bibe xwedî hebûn û hişmendiyê, ronakbîriya Kurd bi pêş ve bir, li qada polîtîk kir xwedî hêza têkoşînê, ruh û hêza çalakiyê da.
Rastiya ku bi modernîteya kapîtalîst ji kûrahî ve asîmîle bûbû û ji xwe direviya ji holê rakir, gelê Kurd ji nû ve rakir ser xwe.
Gel û jinên Kurd ku bi PKKyê re nasname û rûmeta xwe bi dest xist, bi rengekî bêeman têkoşîna azadiyê meşand.
Bi vî şerî û têkoşînê re hebûna rastiya Kurd û Kurdistanê hem hate ispatkirin hem jî gihîşt wê astê ku têk neçe.
Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pêşî li jiyana azad, demokratîk û sosyalîzmeke nû ya azadîparêziya jinê vekir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin