Biryarên Doza Kobaniyê hatin ragihandin: Li Siyasetmedaran ceza hat birîn

Biryarên Doza Kobaniyê hatin ragihandin: Li Siyasetmedaran ceza hat birîn

.

A+A-

Di Doza Kobaniyê de biryarên li ser siyasetmedarên Kurd hat eşkerekirin.

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 22yemîn a Enqereyê li Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê ya Sîncanê hat kirin.

Di rûniştinê de piştî ku beyanên parêzeran hatin hildan, gotinên dawiyê yên siyasetmedarn ji wan hatin pirsîn.

Serokê dadgehê piştî navberê biryar eşkere kirin.

Biryarên ewil hatin ragihandin

Ahmet Turk: Ji “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê zîndanê hat birîn.

Alî Urkut: Cezayê heta hetayê yê giran daxistin 16 sal cezayê zîndanê.

Ji ber helwesta di dema darizandinê de ev ceza daxistin 13 sal û 4 mehan.

Biryara rewşa domandina rewşa girtî hate dayîn.

Alp Altinors: Bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 18 sal cezayê zîndanê hat birîn.

Biryara domandina rewşa girtî hat dayîn. Her wiha bi îdiaya “handna sûc” 4 sal û 6 meh cezayê zîndanê birîn.

Altan Tan: Biryara beraetê hat dayîn.

Ayhan Bîlgen: Biryara beraetê hat dayîn.

Ayla Akat Ata: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 6 meh cezayê zîndanê hat dayîn.

Bi zêdekirin û daxistinê re 9 sal û 9 meh cezayê zîndanê hate birîn.

Ji ber dema girtîmayînê biryara berdanê hat dayîn.

Aynur Aşan: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê zîndanê hate birîn.

Biryara rewşa domandina rewşa girtî hate dayîn.

Aysel Tugluk:  Biryara beraetê hat dayîn.

Ayşe Yagci: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê zîndanê hat dayîn.

Rewşa wê ya girtî dan ber çavan û biryara berdanê wê hat dayîn.

Bulent Parmaksiz: 16 sal ceza hate dayîn û biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal cezayê zîndanê hat birîn.

Ceza piştre derxistin 4 sal û 6 mehan.

Dîlek Yagli: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 16 sal cezayê zîndanê hat dayîn.

Bi îdiaya “handana sûc bê kirin” 2 sal ceza hat birîn.

Ev ceza hate zêdekirin û derxistin 4 sal û 6 mehan.

Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Emîne Ayna: Biryara berdanê hat dayîn.

Ji ber îdiaya “endamtiya rêxistin” 10 sal ceza hate birîn.

Beyza Ustun: Biryra berdanê dayîn. Tedbîra kontrola edlî hat rakirin.

Fîgen Yuksekdag: 19 sal cezayê zîndanê hate birîn û ceza nehat daxistin.

Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Bi îdiaya “tehrîkkirinê” 4 sal û 6 meh cezayê zîndanê hate dayîn.

Ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê zîndanê lê hate birîn.

Bi giştî 32 sal û 9 meh cezayê girtinî hat birîn.

Gulfer Akkaya: Biryara berdanê hat dayîn û şertê kontrola edlî hat rakirin.

Gultan Kişanak: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara berdanê hate dayîn.

Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hat birîn.

Nîviya ceza hate zêdekirin û derxist 12 salan.

Birayara berdanê hat dayîn.

Gunay Kubîlay: 16 sal cezayê zîndanê hat birîn û biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê zindanê hat birîn.

Îsmaîl Şengul: 16 sal cezayê hefsê hat birîn.

Biryara domandina rewşa girtî hat dayîn.

Îbrahîm Bînîcî: Biryara berdanê hat dayîn.

Mesut Bagcik: 9 sal ceza hate birîn.

Nazmî Gur: Cezayê heta hetayê daxistin 18 salan.

Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê zîndanê hat birîn.

Pervîn Oduncu: Cezayê heta hetayê hat dayîn û ceza daxistin 18 salan.

 Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Sebahat Tuncel: Ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate dayîn.

Ceza derxistin 12 salan.

Ji ber ku dema girtîmayînê li ber çavan hat girtin birayra berdanê hat dayîn.

Selahattîn Demîrtaş: Bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê zîndanê hat dayîn.

Bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê zîndanê hat birîn.

Herwiha ji ber axaftina Newroza 21ê Adara 2016an 2 sal û 6 meh cezayê zindanê.

Ji ber axaftina xwe ya 29ê Sibata 2016an ya li Amedê salek û 6 meh cezayê zîndanê hat dayîn.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da Demîrtaş.

Biryara domandina rewşa girtî hat dayîn.

Sirri Sureyya Onder: Biryara berdanê hat dayîn.  

Zekî Çelîk: Bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê heta hetayê yê giran hat dayîn.

Dadgehê ceza ji ber "alîkariyê" daxist 18 salan.

Herwiha biryara girtina wî hat dayîn.

Ji bilî vî cezayî, bi îdiaya "handana sûc" 4 sal û 6 meh cezayê zîndanê hat birîn. 

Zeynep Karaman: Bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê heta hetayê hat dayîn.

Dadgehê bi hinceta "alîkariyê" ceza daxist 18 salan.

Herwiha bi hinceta "handana sûc" jî 4 sal û 6 meh ceza hat birîn.

Derbarê 36 siyasetmedaran jî biryara beraatê hat dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin