
Birget Olsen: Bi hewlên Serok Barzanî, Kurdistan rêzlêgirtî ye
.
Şêwirmenda Payebilind a Hevpeymaniya Navneteweyî Birget Olsen ragihand ku Herêma Kurdistanê, ji ber çanda hevjiyana olî û neteweyî û rola wê ya sereke di pêşxistina aştiyê de, xwedî cihekî girîng e li Rojhilata Navîn.
Birget Olsenê di hevpeyivînekê got:
“Herêma Kurdistanê di nav rewşeke aloz de ye, lê di warê parastina mafan de gaveke mezin avêtiye. Serok Barzanî bingeha jiyana hevbeş li herêmê daniye û bi vê yekê rêz û pesnê civaka navneteweyî wergirtiye.”
Wê her weha tekez kir ku ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo Iraq û Rojhilata Navîn pir watedar e, ji ber ku aqilmendî û hevsengiya Serok Barzanî di danûstandinên siyasî de, bi hêzên herêmî û navneteweyî re, hêzeke xurt dide herêmê.
Olsenê destnîşan kir ku hebûna Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina aştiyê li Rojhilata Navîn pêwîstiyeke bingehîn e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin