
Bingeha Akademîya Hêvî hişbendîyek kolektîf û hevbeş e
.
Dîyar Kurdî
Akademîya Hêvî armanc dike kû hemû ciwanên Kurd li dora hişmendîyek neteweyî bicivin û bikarîbin xwe bi xwe îdare bikin. Bikarîbin rêxistinên xwe yên çandî, hunerî, xwezayî û sîyasî ava bikin da kû hişmendîya neteweyî li her qada jîyanê were belavkirin û bibe perçeyek jiyana ciwanan. Her weha ji bo hebûn û pêşveçûna netewa Kurd, divê em xebatek hevbeş û kolektîf bimeşînin. Divê di nava ciwanan de zimanekî dîyalog û dan û sitendinê yê hevbeş hebe.
Divê em rê li ber hev negirin; em xwe di nav komên xwe yên teng de nefetisînin! Em zanîbin kû ev doz, doza netewa Kurd e! û ev doz li gorî berjewendîyên komên biçûk nare serî.
Kesayet û komên Kurd, her çiqasî bi fikir û îdeolojî ji hev cûda bin jî divê meriv veqetandinê nexe navbêra wan û Kurda neke dijminê hev !
Divê em zanibin kû li ser dika cîhanê, Kurd neteweyek in û ewê hemû fikrên cûda di nava wê de hebin. Ev tiştekî gelek xwezayî ye. Divê em hemû bawerî, fikir û îdeolojîyên cûda, di bin sîwana netewa Kurd de himbêz bikin.
Ya kû me dike netewe ev e.
Ji ber wê yekê em wek Akademîya Hêvî, rê liber xwe teng nakin û em li gorî berjewendîyên teng, doza xwe bi sînor nakin, em dibêjin: em dikarin bi hemû alîyên Kurdistanî re bikevin nava têkilîyan û em karin bi hevdû re xebatên hevbeş bimeşînin. Em di nava Akademîya xwe de jî timî vê rastiyê dibêjin “Em hemû Xebatkarên Akademîya Hêvî, xebatkarê doza Kurd û Kurdistanê ne” yanî ev tê wê wateyê ku xebatên di nava Akademîyê de tên meşandin, hemû kolektîf û bi aqilekî hevbeş yê neteweyî tê meşandin.
Em pir bi zelalî dibêjin ;
Kesên kû bixwazin di nava Akademîya Hêvî de cîh bistînin, derîyê Akademîyê ji her ciwanekî Kurdistanî re vekiriye. Her weha banga me ji hemû komên ciwana re jî ev e ;
Em dibêjin divê dîaloga nava me hîn xûrtir bibe û em karîbin xebatên hevbeş bimeşînin. Em ji bîr nekin kû em bi hev re xûrt in û tenha em dikarin bi hêzek hevbeş ya neteweyî biser bikevin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin