Bîlançoya giran a êrişên li Îranê: 555 mirî

Bîlançoya giran a êrişên li Îranê: 555 mirî

.

A+A-

 Heyva Sor a Îranê ragihand ku di du rojên borî de di encama êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li herêmên cuda yên wî welatî de 555 kes hatine kuştin.

Heyva Sor a Îranê li ser kanala xwe ya Telegramê li ser bîlaçoya şer daxuyaniyek belav kir û amarên dawî yên êrişan eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek bajar û herêm bûne hedefa êrişan û wiha hat gotin:

"Di encama êrişên terorîstî yên Siyonîst û Amerîkiyan ên li ser herêmên cuda yên welatê me de, heta niha 131 bajaran zerer dîtiye û mixabin 555 welatiyên me canê xwe ji dest daye."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin