Biden: Serokê El Qaîde, El Zewahirî di operasyoneke Amerîkayê de hatiye kuştin

Biden: Serokê El Qaîde, El Zewahirî di operasyoneke Amerîkayê de hatiye kuştin

.

A+A-

Serokê DYAyê Joe Biden ragihandiye ku hêzên Amerîkayê li Kabîlê, paytexta Afganîstanê "êrîşeke esmanî ya serkeftî" pêk anîne û di encamê de fermandarê El Qaîdeyê Eymen El Zewahirî hatiye kuştin. Talîbanê êrîş şermezar kiriye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ragihandiye ku serokê El Qaîdeyê Eymen El Zewahirî di encama operasyona hewayî ya Amerîkayê de hatiye kuştin.

Biden li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kiriye û gotiye: "Bi erêkirina min, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Kabîla Afganîstanê êrîşeke esmanî ya serkeftî pêk anî û di encamê de fermandarê El Qaîdeyê Eymen el Zewahirî hat kuştin."

Biden baxçeyê Qesra Spî derketiye pêşberî kamerayan û diyar kiriye ku wan tespit kiriye ku Zewahirî bi malbata xwe re li Kabîlê xwe veşartiye û bi erêkirina wî  Di 31ê Tîrmehê de bi pêgereke hewayî ya bê mirov operasyon hat lidarxistin.

Biden di axaftina xwe ya li Koşka Spî de gotiye: "Zawahirî çûye ku careke dinAfganîstanê ji terorîstan re nake penageheke ewle û em ê vê yekê piştrast bikin. Ev serokê ku terorîst e êdî nîne."

Serok Biden gotiye, "Vê rewşê malbatên kesên ku di êrîşên 11ê Îlona 2001ê de mirine jî kêf xweş kiriye.”

Talîbanê êrîş şermezar kiriye

Ji aliyê din ve hikûmeta demkî ya Talîbanê bi daxuyaniyekê êrîşa ku têde lîderê El Qaîdeyê Eymen El Zewahirî li paytext Kabîlê hatiye kuştin şermezar kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd di derbarê êrîşê de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî daye û diyar kiriye ku êrîşa danê sibê li Taxa Şerpur a li navenda Kabulê ji aliyê balafireke bêmirov a Amerîkayê ve hatiye kirin.

Her weha Mucahîdî êriş şermezar kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin