Biden jibo Dawîkirina Kêşeya Îsraîl û Filîstînîyan Careke Din Çareserîya Du Dewletî Xwest

Biden jibo Dawîkirina Kêşeya Îsraîl û Filîstînîyan Careke Din Çareserîya Du Dewletî Xwest

.

A+A-

Serokê Amerîka Joe Biden di gotara salane ya Rewşa Yekîtîyê de cîhekî fireh da krîza li Rojhilata Navîn û şerê Îsraîlê ya dijî rêxistina tundrê Hamasê û bîr xist ku di êrîşa 7'ê Cotmehê de Hamasê 1200 kesên bê guneh hatine kuştin.

“Ev krîz ebi komkujîya 7'ê Cotmehê ji alîyê Hamasê hate destpê kirin û 1200 jin, qîz, mêr û kur hatine qir kirin û gelek ji wan rastî destdirêjîya seksî hatin. Û ew roja piştî Holokostê roja herî mezin ya bi mirina Cîhûyan bû. Hamas îro bi azadkirina dîlan, berdana çekan û radestkirina berpirsên êrîşa 7'ê Cotmehê dikane dawî li vî şerî bîne.”

Serok Biden herwiha bang li Îsraîlê kir berpisîyên xwe yên bingehîn bi cîh bîne û jîyana sîvîlên li Gaza biparêze.

“Di vî şerî de merivên sivîl berdelên herî giran dan, pirtir jî 30 hezar Filîstînî hatine kuştin ku piranîya wan ne Hamas in û bi hezaran jin û zarokên masûm di nava wan de hene. Keç û law êtîm û sêwî man û nêzî 2 mîlyon Filîstînî yan di bin bombebaranê de ne yan jî derbider bûne…û rewşa li Gaza dilê mirovan dêşîne.“

Biden dîyar kir ku ew jibo agirbesteke şeş hefteyî bê navber dixebitin ku vegera rehîneyan pêkan bike, krîza mirovahî ya giran siviktir bike.

“Ez îşev ferman didim leşkerîya Amerîkî ku operasyoneke awarte li dar bixe û korîdoreke li berava Gaza ya li Deryaya Sipî ava bike ku keştîyên mezin yên bi av, xwarin, derman û sitargehên kindemî alîkarî bînin…”

Biden ji hikûmeta Îsraîlê xwest ku rê bide hatina alîkarîyên ji Gaza re da ku karmendên mirovahîyê di nava êgir de nemînin.

“Ez ji rêberên Îsraîlê re dibêjim ku alîkarîya mirovahî nikare wek tiştekî ne pir girîng were dîtin yan wek karteke bazarê were xebitandin. Divê parastina mirovan û rizgarkirina canên bê guneh xemxwarîya serekî be.”

Biden careke din dubare kir ku tekarêya dawîkirina vê pirsgirêkê çareserîya du dewletî ye jiber ku rêyeke din tune ku ewlekarî û demokrasîya Îsraîlê garantî dike û pêkan dike ku Filîstînî jî di nava aştîyê de, bi rûmeta xwe bijîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin