
Bi sedema Ba û bahozê, toza xwê ji şûna gola Urmiyê li herêmê belav dibe
.
Pêka dawî raporên belavbûyî bi taybet rapora “Encumena Keska Çiya ya Merîwanê”, belavbûna toza xwê li erdê vê golê, bi sedema rabûna ba û bahozê, dest pê kiriiye û li ser can û tendirûstiya milyonan mirov û xwezaya kuvî ya deverê bûye gef.
Pêka vê raporê, ji niha ve bi rabûna bayên bihêz li demsala Payîzê, toza xwê û bakteriyên metirsîdar bi rêya ba li deverên derdora bajarê Urmiyê belav dibin.
Pêka raporeke keşûhewa ya roja Pêncşemî 28ê Xermananê, rewşa hewayê bajarê Tewrêzê bi qasekî xirab û netendirûst bûye ku hatiye ragihandin kesên tendirûst jî hewcehî bi maskên fîlterdar hene.
Karesta hişkbûna gola Urmiyê, dê jiyana zêdetir ji 15 milyon mirov û jiyana sirûştî û kuvî ya deverê bêxe metirsiyê ku li demek nêzîk de dê dijwartir û metirsîdartir bin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin