Bi sedan malbatên çekdaran li Girê Sipî tên bicihkirin

Bi sedan malbatên çekdaran li Girê Sipî tên bicihkirin

Di çarçoveya plana guhertina demografîya herêmên dagîrkirî de, Artêşa Tirk û grûpên çekdar ên ser bi wê ve bi sedan malbatên çekdaran li Girê Spî bicih kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Jêderên xwecihî dîyar kir, artêşa Tirkîyê û çekdarên ser bi wê ve karwaneke nû ya malbatên çekdaran ku zêdetir ji 150 otombîlan pêk dihat, ji bajarê Cerablusê derbasî bajarê Girê Spî ya dagirkirî kirin.

Li gor zanyarîyan, Encûmena Bajarê Cerablusê Tirk navên malbatên çekdaran ên dixwazin li bajarê Girê Spî bicih bibin, tomar dike, ji bo wan bi karwanan veguhêsin wî bajarî.

Roja 7‘ê Nîsanê jî karwanek malbatên çekdaran ku ji 19 otombîlan pêk dihat, derbasî Serê Kanîyê û Girê Spî hatibû bicihkirin.

Ev yek di demekê de, artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar bi planên xwe yên guhartina demografîya herêmên dagîr kirine berdewam e, di vê çarçovê de Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiribû, zêdetir ji 458 hezar Ereb li Efrînê bicih kirine.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin