Grûpên çekdar bacên giran li Efrînîyan disepînin

Grûpên çekdar bacên giran li Efrînîyan disepînin

Grûpên çekdarên ên ser bi artêşa Tirkîyê ve, baceke mezin li ser welatîyên Efrînê yên ku dixwazin xwe yên desteserkirî vegerînin, disepînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Emşat di destpêka vê mehê de destê xwe danîbû ser xanîyê welatîyekî gundê Qermîtliq yê navçeya Şîyê, niha jî 8 hezar Dolar li welatî ferz kirine, heta ku xanîya wî jê re vegerînin.

Her li gundê Qemîtliq, grûpa Emşat roja 15ê vê mehê dengbêj Seîd Hesen revand û bi awayekî hovane eşkence, piştî ku bireke mezin jê standin, piştî 2 rojan berda.

Li gundê Hec Qasima yê navçeya Mabeta, çekdaran grûpa Semeqend muxtarê gundê û gundî li nava gund kom kirin û bi bihaneya ku ew mal û milkên wan diparêzin, baca 15 hezar Lîreyên Sûrî li ser her malekê ferz kirin.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin