Bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dêreke nû li Enkawa hat vekirin

Bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dêreke nû li Enkawa hat vekirin

.

A+A-

Kardînal Louis Sako: Kirîstiyanî li Herêma Kurdistanê bi awayekî kirdarî hest bi dilniyabûna jiyanê dikin. 

 Wezîrê Ewfaqê û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, dêreke nû li qezaya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve vekir.

Wezareta Ewfaqê û Karûbarên Olî îro 26ê Hezîrana 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, vekirina dêrê di merasîmekê de bû û her yek ji Patriyarkê Dêra Kildanî li Cîhanê Kardînal Louis Sako, metran Beşar Werde û oldarên Kirîstiyanan beşdar bûn.

Destnîşan kir jî, Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî di gotarekê de pîrozbahiya vekirina dêra nû arasteyî Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê kir û tekezî li piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê kir, bi taybet ew ên ji ber aloziyên cuda yên li Iraqê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Piştre Kardînal Louis Raphael Sako ji ber vekirina dêra nû, pîrozbahî li Kirîstiyanan û xelkê Enkawayê kir û spasiya piştevanî û pêngavên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ji bo parastina aramî û aştiya civakî ya pêkhateyên olî.

 Kardînal Louis Raphael Sako got jî: “Pêkvejiyan li Herêma Kurdistanê di asteke bilind de ye û jî nîşana şaristaniya mezin a Herêma Kurdistanê ye. Kirîstiyanî jî bi awayekî kirdarî hest bi dilniyabûna jiyanê dikin. Ev jî cihê pêzanîna me ye.”

Bi vekirina vê dêra nû re, hejmara dêran li Herêma Kurdistanê gihîşt 146 dêran.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin