Bi kenê xwe bûbû sembola Wanê: Hat girtin

Bi kenê xwe bûbû sembola Wanê: Hat girtin

.

A+A-

Muhammet Orhanê ku bi kenê xwe bûbû sembola Wanê hat girtin

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 55,48ê dengan wergirtin û bû yekem.

Lê lijneya Hilbijartinan a Wanê biryar da mazbataya şaredarbûnê bide namzedê AK Partiyê ku li Wanê bûbû duyemîn.

Piştî vê yekê gelê Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daket kolanan û bertekeke gelekî tund nîşanî vê biryarê da.

Polîs û leşkeran li gelek cihan êrişî xelkê kir, zarok jî di nav de işkence li xelkê hat kirin.

Lê milet ji ser a xwe nehat xwarê û protesto berfirehtir û mezintir bûn.

Wan navenda protestoyan bû xelkê Wanê herikî kolanan.

Wê demê dîmenên kêliyên ku Muhammet Orhan ji aliyê du polîsan ve hatibû desteserkirin belav bûn.

Du polîsan ew dibir qereqolê lê ew dikeniya û bi destê xwe silav dida xelkê li derdorê.

Zarokê rûken bi carekê re bi kenê xwe ket rojevê û bi hezaran kesan wêneyên wî belav kirin.

Parêzerê wî îro bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku Muhammet Orhanê 18 salî hatiye girtin.

Parêzer Diyar Kesercî da zanîn ku ev biryar bêhiqûqî ye û ew dê îtiraz bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin