
Bi îşkenceyê welatiyekî Efrînê canê xwe ji dest da
.
A+A-
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanş bi sedema îşkenceyê, welatiyekî Efrînê canê xwe jidest da.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn Ibrahîm Şêxo, ji Rûdawê re ragihand, “welatiyê Kurd Rêzan Mihemed Xelîl ê 42 salî, berî pênc rojan, ji aliyê çekdarên grûpa bi navê Ehrar Elşerqiye ve, hate girtin û bêhtir ji du demjimêran rastî îşkenceyeke tund hat, bi taybetî lêdanên ku li serê wî hatin dan.
Bi gotina Ibrahîm Şêxo , piştre ew welatiyê Kurd Rêzan Mihemd Xelîl bo naxweşxanyeke Tirkiyê hate veguhestin, lê bi sedema wê lêdanê, Rêzan canê xwe ji dest da.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin