Bi dehan welatiyên Rojava li Başûrê Kurdistanê asê mane

Bi dehan welatiyên Rojava li Başûrê Kurdistanê asê mane

.

A+A-

 Di 16 meha derbasbûy de deriyê Sêmalka ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatye girtin. Bi dehan kes li herdu aliyên Rojava û Başurê Kurdistanê asê mane û çaverêyî vekirna deriyî Sêmalka-Pêşxabûrê dikin.

25 roj in ji malbatên xwe veqetiyane. Herdu xêzandar in û xwedî zarok in. Debara jiyana xêzanên wan li ser milê wan e. Salar di 11 meha derbasbûyî de  birayê xwe Egîd bo çareseriya nojdarî ji Rojavayê Kurdistanê aniye Herêma Kurdistanê. Biryar bû piştî heftiyekê bizivirîna nav malên xwe, lê ji ber girtna deriyî Sêmalka nikarîn. Niha li mala pismamekî xwe yê li Kampa Domîz ya li Duhokê dimînin.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê Îmad Cuma dibêje “Zarokan gelek bêriya min kirine. Em ti carî dûrî wan neketine. Ev 25 roj in em dûrî wan ketine. Tim û daîm digrîn û bêriya me dikin, rewşa me gelek zehmet e. em bi hêvîne ku sînor vebibin.”

Xelkê Rojavayê Kurdistanê Egîd Cuma got “Her çar zarokên min biçûk in, dudo ji wan çêwî ne. Rojek na roja din ez ji wan re şîr dikirim. Kes tine ji wan re şîr bîne. Ez jî xwedî dukan im, kes tine li malê wan xwedî bike. Ez diwxwazim vegerim mala xwe cem zarokên xwe.”

Nêzîkî 258 hezar penaberên Rojavayê kurdistanê li Herêma Kurdistanê aknicîne. Rojane hatin û çûn di navbera herdu aliyan de bo bazirganî, komelayetî û çareserya nujdarî heye. Îmad Cuma ji Heseke bo bazirganiyê hatiye Duhokê. Li ber bû sê rojan li Duhê bimîne lê 18 roj in asê maye û rastî ziyanên mezin bûye.

Bazirgan Îmad Cuma diyar kir “di van 18 rojan de ez 10 hezar dolar ketim zirarê. Ez li vir bûm şevekî rabûm gotin perê Tirkî bihayê xwe ji dest daye. Min nikaribû bikiriya. Eger ez li ser karê xwe bûma, min dikaribû bikiriya. Divê çareseriyek ji me re deynin ji bo ku em vegerin.”

Heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîç wextek bo vekirina derî nedaye û Rûdawê peywendî bi karigêriya dergehî ya aliyê Rojavayê Kurdistanê re danî û wiha bersiv dan

berweberî derwazey sêmalka le bakurî rojhelatî surya

Birêveberê Deriyê Sêmalka Rudî Mihemmed Emîn got “Ji bo wan kesên ku li Herêma Kurdistanê asê eger Deriyê Fîşxabûrê destûr bide, li cem me ti pirsgirêk nine. Ew dikarin serbest derbasî Rojava bibin. Çi kesên ku ji vê derê jî bixwaze biçi, wê ti pirsgirêk li cem me tinebe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin