Bexdayê ji Hewlêrê re nameyek şand: ‘Em meaşan naşînin’

Bexdayê ji Hewlêrê re nameyek şand: ‘Em meaşan naşînin’

.

A+A-

Wezareta Darayî ya Îraqê ji Hewlêrê ragihand, “Em nikarin meaşan bişînin.”

Wezareta Darayî ya Îraqê bi nameyeke fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, “ji ber ku para yasayî ya dahata petrolê û derveyî petrolê nehatiye şandin, dayîna berdewam a pereyan a ji bo meaşan mimkun e”.

Di nameya ku bi îmzeya Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê hatiye şandin de wiha tê gotin:

“Ji sala 2023yan heta Nîsana 2025an, dahata petrolê û derveyî petrolê ya Herêma Kurdistanê bi tevahî gihîştiye 19,9 trilyon dînarên Îraqî.

Lê belê ji vê tenê 598,5 milyar dînarên Îraqî ji Bexdayê re hatiye şandin.

Ev yek li dijî Yasaya Budceyê ye û biryarên Dadgeha Federal jî bi cih nayne.”

Wezaretê nameyeke bi sernavê “Meaşên Meha Gulanê” ya bi dîroka 28ê Gulana 2025an ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şand.

Di nameyê de hat diyarkirin ku Herêma Kurdistanê heta Nîsana 2025an bi tevahî 199 milyar û 346 milyon û 211 hezar û 877 dînarên Îraqî ji Bexdayê şandine.

Li gorî rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal a 9ê Nîsanê û 25ê Gulanê ku name li ser bingeha wan hatiye amadekirin, dahata petrolê û derveyî petrolê ya Herêma Kurdistanê di salên 2023, 2024 û 2025an de bi tevahî 19 trilyon û 937 milyar û 708 milyon û 613 hezar û 311 dînarên Îraqî bûne.

Teyf Samiyê diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevahî 598 milyar û 515 milyon û 173 hezar û 377 dînar şandiye lê ya ku diviya bihata şandin 19 trilyon û 239 milyar û 193 milyon û 439 hezar û 934 dînar e.

Di nameyê de her wiha hat diyarkirin ku Herêma Kurdistanê li gorî Yasaya Budceyê ya sala 2023an ji sedî 12,7ê para xwe şandiye lê divê ev rêje ji sedî 13,5 be.

Wezareta Darayî ya Îraqê li gorî biryarên Dadgeha Bilind a Federal û yasayên budceyê idîa dike ku şandina meaşan a Herêma Kurdistanê “li dijî yasayê ye” û teqez dike ku “meaş tenê dema ku berpirsyarî werin bicihanîn dikare were şandin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin