Beşa kurdî ya Radyoya Swêdê tê girtin

Beşa kurdî ya Radyoya Swêdê tê girtin

.

A+A-

 Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê, 1ê Nîsana îsal tê girtin.

Radyoya Siwêdê bi  hinceta “Kêmkirina mesrefan” biryara girtina beşa Kurdî, Rûsî û Tîgrînî da.

Herwiha tê gotin ku Radyoya Swêdê 100 xebatkaran jî ji kar derdixe.

 “Em gelekî xemgîn in”

Derhênera beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê Lorîn Birahîm Berzincî xemgîniya xwe ya ji bo biryarê parve kir û got:

“Bi rastî bi hîstina vê biryarê bi taybetî ji bo xebatkarên beşa Kurdî ku demên dirêj in dixebitin şok û xemgîniyeke bê sînor mezin bû. 

Heta niha jî em bi ser xwe ve nehatine û em hîna di wê xemgîniyê de ne.

Em bi dilekî xemgîn vê yekê radigihînin ji bo guhdarên xwe.

Ji dest me gelek tişt dernakevin. Biryareke hatiye wergirtin, weşana me ya herî dawî 31ê Adara 2024 e.”

Radyoya Swêdê di mesrefa xwe de 225,5 milyon kronan kêm dike.  

Di vê çarçoveyê de hinek bername û redeksyonan digirin.

Ji bilî Kurdî dê weşana nûçeyan bi zimanê Rûsî û bi zimanê Tigrînî ya ku li Edîteryayê û li Bakurê Etyopyayê pê tê axaftin rawestin.

Berpirsa bernameya Radyoya Swêdê Sofiya Vadinxokarên dibêje pêwîstî bi weşana zimanê Kurdî nîne û weşana muaqet a Rûsî û Tigrînî jî bi dawî dibe.

Hejmara Karmendên Radyoya Siwêdê 2 hezar û 300 e.

Nêzikî 70 kesî bi daxwaza xwe dev ji kar berdidin.

Lewra nêzî 100 kes jî ji bo ku ji kar derbixin agahdar dikirin.

Bi dîtina Lorîn Birahîm Berzincî girtina beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê xisareteke mezin e ji bo rojnamegeriya Kurdî û ji bo Radyoya Swêdê jî.

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê 6ê Kanûna Paşîna 2001ê dest bi weşana xwe ya yekem kiribû.

Nasirî Sînaya ku bernameya yekem a beşa Kurdî pêşkêş kir, diyar kir ku ew ji destpêkê ve di xizmeta Kurdî ya radyoyê de dixebitî û got ku ji ber vê biryarê gelekî xemgîn bûye.

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê li ser înternetê bi zaravayên Soranî û Kurmancî yên kurdî weşanê dike.

r.webp

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin