Berpirsê Ragihandina HSDê: Ev provokasyonên MÎTê ne, HSDê tu çalakiyek nekiriye

Berpirsê Ragihandina HSDê: Ev provokasyonên MÎTê ne, HSDê tu çalakiyek nekiriye

.

A+A-

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Ferhad Şamî bi daxuyaniyekê diyar kir: “Ev êrîş di dema hevdîtinên îstixbaratê yên di navbera Tirkiye û hikûmeta Şamê de pêk tên. Ji ber vê yekê gumanan çêdike.”

Li gor Ferhat Şamî da zanîn, Tirkiye vê hefteyê xwe ji bo êrîşeke nû ya li dijî Rojava amade dike û dibêje: “Me dît ku dewleta Tirk dixwaze herî kêm êrîşekê pêk bîne. Bi obus, tank û topan amadekariya êrîşê dikirin. Ji ber vê yekê zêdetirî 15 rojan gerên wan ên bi Rûsan re rawestiyabûn.

Herwiha Ferhad Şamî eşkere kir, Tirkiye bi taybet li herêmên sînorê Kobanî û Şehbayê di nav çalakiyê de ye.

Di berdewamiyê de Şamî qala rewşa Kobaniyê jî kir û destnîşan kir: “Me diyar kir ku tu êrîşeke dewleta Tirk wê bê bersiv nemîne. Niha bi taybetî li Kobanî nexweşxane û cihên sivîlan dibin hedef. Armanca din jî koçberkirina gel e. Lewma banga me li gelê me ew e ku li cihê xwe bimîne. Dê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan bê dayîn.”

Di berdewamiyê de Şamî nûçeyên ku dibêjin HSDê êrîşî hêzên Tirk kiriye derewand û diyar kir: “Ev provokasyonên MÎTê ne. HSDê tu çalakiyek nekiriye û hêzên HSD li herêmên ku qala wan dikin tune ye.”

Herî dawî Ferhad Şamî bal kişand ser hebûna Rûsya û hikûmeta Şamê li herêmê û got: “Li herêmên hedefkirî yên weke rojavayê Kobaniyê gelek xalên çavdêriyê yên Rûsyayê hene. Helbet bêdengiya Rûsyayê jî cesaretê dide dewleta Tirk. Divê Rûsya li hemberî van êrîşan helwesteke tund nîşan bide. Hebûna hikûmeta Şamê ya li herêmên di bin bomberdûmanê de rê li ber êrîşên dewleta Tirk negirt. Hikûmeta Şamê di bersiva van êrîşan de dudil e. Ev êrîş di dema danûstandinên îstîxbaratê yên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê de pêk tên. Ji ber vê yekê gumanek çêdike û di mejiyan de nîşaneyên pirsê çêdike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin