
Berpirsa Siyaseta Derve ya YE: Agirbesta Sûriyeyê lawaz e
.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li ser peymana navbera HSD û Şamê ragihand, agirbest hîn ne di asteke xurt de ye. Kallas bang li aliyên Sûriyeyî kir ku ji bo avakirina hikûmeteke niştimanî û berfireh pêngavan biavêjin.
Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas, îro 23ê Sibatê ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, her çend li Sûriyeyê agirbestek hebe jî, ev rewş hîn gelekî "hestiyar û lerzok" e.
Herwiha destnîşan kir jî, daxwaza wan ew e ku hemû aliyên Sûriyeyê bi hev re kar bikin û got: "Em dixwazin hêzên Sûriyeyî hikûmeteke giştgîr ava bikin ku ti kes li derveyî wê nemîne û aştiyeke niştimanî pêk were."
Kaja Kallas her wiha anî ziman, Yekîtiya Ewropayê bi hemû şiyana xwe piştgiriyê dide vê pêvajoyê û eşkere kir ku ew niha di nav gotûbêjan de ne ka gelo ketiye dema ku peywendiyên dîplomatîk ên asta bilind bi Sûriyeyê re deynin an na, da ku nîgeraniyên xwe yên derbarê rewşa welat de bînin ziman.
Peymana HSD û hikûmeta Sûriyeyê roja 29ê Çileya borî hatibû ragihandin û di 2’ê Sibata 2026’an de ketibû warê cibicîkirinê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin