Bernameya Newroza Herêma Kurdistanê hat eşkerekirin

Bernameya Newroza Herêma Kurdistanê hat eşkerekirin

.

A+A-

Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Newroza îsal ku dikeve meha Remezanê, dê wek her sal bi agir, şahî û festîvalan were pîrozkirin.

Cejna Newroza îsal ku dikeve meha Remazanê, dihat mereqkirin ku pîrozhbahî tê kengê û bi çi rengî bin.

Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd derbarê pîrozbahiyên Cejna Newrozê ji Rûdawê re axivî.

Îbrahîm Ebdulmecîd da zanîn ku Cejna Newrozê dê li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce, Zaxo û Akrê wekî her sal bi şah, festîval û agirê Newrozê were pîrozkirin.

Îbrahîm Ebdulmecîd diyar kir ku Cejna Newrozê cara yekem e piştî ku li Herêma Kurdistanê bûye sektora turîzmê dikeve meha Remezanê.

“Newroza îsal dê bibe ezmûneke nû”

Îbrahîm Ebdulmecîd amaje bi wê yekê kir ku ev yek dê ji bo wan bibe ezmûneke nû û got:

“Li Hewlêrê festîvala danasîna berhem û xwarinên herêmî dê were lidarxistin. Ev festîval dê çend rojan berdewam bike.

Li Silêmaniyê jî çalakiyên bi vî rengî dê bêne lidarxistin.

Herwiha li Dihok û Zaxoyê jî çalakî û ahengên çandî dê bên lidarxistin.”

Li van bajaran û bajarên din ên Herêma Kurdistanê piştî fitarê, ji aliyê sektora taybet ve dê li otêlan û salonan şahiyên curbecur bên lidarxistin.

Hin çalakiyên Newroza îsal dê ji aliyê Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ve bên lidarxistin.

Newroza Akrê ji bo Herêma Kurdistanê taybet e

Îbrahîm Ebdulmecîd derbarê pîrozbahiyên li Akrê jî ku wekî paytexta Newrozê jî tê binavkirin, agahî dan.

Ebdulmecîd bi bîr xist ku her sal di dema Newrozê de gelek geştyarên xwecihî û biyanî diçin navçeya Akrê û got:

“Pîrozbahiyên îsal dê di atmosfereke karnavalê de bên lidarxistin û bername dê piştî fitarê dest pê bike.

Newroza Akrê ji bo Herêma Kurdistanê taybet e.

Gelek ajansên geştyarî dê geştyaran bibin Akrê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê.”

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Akrê ji ber merasîmên li vir tên lidarxistin û pêgeha navçeyê ji cihên din zêdetir balê dikişîne.

Sala borî zêdetirî 100 hezar kesan beşdarî Newroza li Akrê bûbûn.

Amadekarî temem bûne

Berdevkê Komîteya Amadekar a Karnevala Newrozê ya Akrê Kawa Zuher jî ji Rûdawê re derbarê çalakiyên Newrozê axivî:

“Hemû amadekariyên Newrozê temam bûne û em li bendê ne ku ji par zêdetir geştyar beşdarî şahiyên Newrozê bibin.”

Li Akrê dê 19ê Adarê çalakiyên Newrozê dest pê bikin û çalakiyên wekî pêşangehên hunerî û nîşandana fîlman bên lidarxistin.

Li gorî amarên Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, di sala 2023an de 7 milyon û 279 hezar û 913 geştiyaran Herêma Kurdistanê ziyaret kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin