
Bêrîvan Aymaz: Serok Barzanî di çespandina aştiya li Rojavayê Kurdistanê de roleke bilind lîstiye
.
Cîgira Seroka Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê Bêrîvan Aymaz bal kişand ser pêgeha stratejîk a Herêma Kurdistanê û pesnê hewldanên Serok Barzanî yên bo aramiya Rojavayê Kurdistanê kir.
Parlamentera Almanî û Cîgira Seroka Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen (NRW) Bêrîvan Aymaz îro 31ê Çileyê di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê, giringiya Herêma Kurdistanê wekî faktora sereke ya aramiya Rojhilata Navîn nirxand. Aymaz diyar kir ku Kurdistan di van dehsalên dawî de geşedaneke mezin bi xwe ve dîtiye.
Bêrîvan Aymaz di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser hewldanên dawî yên bo Rojavayê Kurdistanê û got: “Serok Mesûd Barzanî bo aramkirina rewşê û çespandina aştiyê li Rojavayê Kurdistanê, roleke mezin û dîrokî lîst. Ev hewldan bo parastina xelkê herêmê gelekî giranbiha ne.”
Aymaz amaje bi wê kir ku di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, yekîtiya Kurdan roleke biryardar lîstiye. Herwiha bang kir ku ev ruhê yekîtiyê û ev peywendî werin parastin. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Almanyayê kir ku di demên qeyran û tengasiyan de, piştgiriyeke bihêztir pêşkêşî gelê Kurd bike.
Cîgira Seroka Parlamentoya NRWê pêşniyar kir, peywendiyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê ji çarçoveya tenê ewlehî û serbazî derkevin û bibin hevkariyeke stratejîk a demdirêj.
Aymaz wiha got: “Divê em bi rêya xebata kompaniyên Almanî li Kurdistanê û xurtkirina peywendiyên çandî, bingeha vê dostaniyê kûrtir bikin.”
Bêrîvan Aymaz tekez kir jî, parastina destkeftiyên ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine, berpirsiyariyeke hevbeş a navdewletî ye. Aymaz destnîşan kir ku bihêzkirina jêrxana aborî û çandî dê bibe garantora aramiya mayînde li herêmê û peywendiyên Kurd-Alman hîn xurtir bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin