Berî salvegera komkujiyê Girgumê qedexeya çalakiyan

Berî salvegera komkujiyê Girgumê qedexeya çalakiyan

.

A+A-

Berî 44mîn salvegera Komkujiya Girgumê (Mereş) ya li Bakurê Kurdistanê, parêzgariya bajêr bo dema 10 rojan qedexeya çalakiyan ragihand. Parêzgarî dibêje bo parastina aramî û ewlekariya bajêr ev biryar hatiye wergirtin.

Salane bo salvegera bîranîna Komkujiya Girgumê li vî bajarî çalakî tên lidarxistin. Lê îsal di 44mîn salvegerê de ku amadekarî bo bîranîna vê komkujiyê dihat kirin, parêzgariyê qedexeya çalakiya ragihand.

Bo ev bîranîn neyê kirin parêzgariyê bo dema 10 rojan hemû curên çalakiyan li vê parêzgehê qedexe kirin.

Daxuyaniya parêzgariyê de tê gotin:“Di nav sînorên parêzgeha Girgumê de bo pergala civakî were parastin, maf û azadiya kesên din were parastin, bo rê li tawanan were girtin, li gorî yasaya 2911ê ya civîn, meş û xwepêşandanan di nav sînorên vê parêzgehê de hemû çalakiyên ku li derve bên kirin ji 16.12.2022ê heta 25.12.2022ê bo dema 10 rojan hatine qedexekirin.”

Komkujiya Girgumê, beriya derbeya 12ê Îlonê 1980ê yek ji dijwartirîn komkujiyan bû di dîroka Komara Tirkiyê de. 19ê Kanûna 1978ê despê kir û hefteyekê berdewam kir. Li gor amarên fermî 111 kes hatin kuştin ku piraniya wan Kurdên Elewî bûn. Zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn. Malên wan kesan jî yek bi yek hatin şewitandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin