Berdevkê Talibanê: Kurdistan yek ji pirsgirêkên cîhana îslamî ye û divê were çareserkirin

Berdevkê Talibanê: Kurdistan yek ji pirsgirêkên cîhana îslamî ye û divê were çareserkirin

.

A+A-

Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zabîhullah Mucahîd ragihand ku meseleya Kurdistanê ne tenê ya Kurdan û dibêje: “Divê  misilman di navbera xwe de yek bin û pirsgirêkên xwe yên navxweyî divê bi diyalogê çareser bikin.”

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê konferansa Hevdîtina Zanayên Olî birêve diçe.

Yekîtiya Zana û Medreseyan li Ameda Bakurê Kurdistanê konferansa Hevdîtina Zanayan rêk xistiye û yek ji mêvanan jî Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zebîhulla Mucahid e, tevî hejmarek zana ji Tirkiyê, Efganistan, Sûriyê, Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê beşdar bûne.

Konferansa Hevdîtina Zanayan ji salan 2015an ve bi awayekî salane birêve diçe.

Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zabîhullah Mucahîd, di hevpeyvînekê de bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Abduselam Akincî da.

Hûn çawa li Kurdan dinêrin?

Pêşî ez spasiya we dikim, ez gelek bi kêfxweş im ku bi we re me û hatime Amedê. Ya duduyan jî, em kesên ku li vir ji aliyê Civata Zanayên Olî yên Yekgirtî ve li vir in, civîneke olî li ser yekbûna zanayên olî, yekgirtina dibistanan û pirsgirêkên hevbeş ên Misilmanan pêk hat. Mijara Kurdistanê yek ji mijarên dewletên Îslamî ye, hêvî dikim çareseriyek jê re were dîtin. Lê ya pir girîng yekîtî û yekrêziya misilmanan e ku bi rêya zanayên olî ev mijar pir baş bi rê ve diçe. Bandora zanyarên olî û zanistên wan dikare pir bi başî pirsgirêkên me û yên we çareser bike.

Hûn erdnigariya Kurdistanê qebûl dikin?

Belê em Kurdistanê nas dikin ji ber ku hevalên me yê Kurd hene û pêwendîya me bi wan re heye. Mijara Kurdistanê jî yek ji mijara dewletên îslami yê û  yek ji pirsgirêkane. Xwedê bike rêçareyek jê re bibinin. Lê dîsa jî ez dixwazim di serdana xwe de em mijarên me ji siyasetê dûr bisekinin û zêdetir li ser zanist, perwerde û zanistê bin. Ya din jî meseleyeke siyasî ye û piştre em dikarin li ser vê gotûbêjan bikin. 

Hûn çawa li mafê Kurdan ji bo diyarîkirna çarenvîsa xwe dinêrin û li gorî we divê Tirkiyê çi mafekî bide Kurdan?

Meseleya Kurdistanê ne tenê ya Kurdan e. Piştî ku Brîtaniyan plan dijî Îslamê danîn, destpêkê hewldan gelek neteweyên girîng ên Îslamê wate Ereban jî tûşî pirsgirêkan bike û nakokiyan di navbera wan de derbixînin. Di nav civaka Îslamî de yek ji neteweyên herî girîng Kurd bûn, Tirk û Belûc bûn û Brtîtanyayê hewl da ku di navbera wan de nakokiyan çêbike. Lê daxwaza me ew e ku em rê li ber nakokiyan bigirin û ber bi yekîtî û yekîtiya misilmanan ve biçin. Her çend welatên me yên cuda hebin jî, em girîngiyê didin nirxên Îslamî û rewşên Îslamî û em dixwazin Yekîtiya Misilmanan pêk were.

Peywendiyên we lige Herêma Kurdistan û Iraqê çawaye û hûn çawa li Herêma Kurdistanê dinêrin?

Em dixwazin têkiliyeke baş û kûr bi hemû Misilmanan re deynin û heta niha jî hewlên me ji bo wê yekê bûne. Ez disa gotina xwe ya berê teqez dikim û dibêjim ku em hatine vir da ku bi zanayan re civîneke olî pêk bînin û ez naxwazim behsa pirsgirêkên siyasî bikim.

Piştî şerê li Sûriyê Kurdên li wê derê jî daxwaza hinek mafên dike, nêrîna we li ser vê çi ye?

Her çi dibe bila bibe, em daxwaza yekgirtina Muslimanan dikin û naxwazin şer di navbera Muslimanan de çê bibe, ji ber ku ziyanê wê heye û em bang li hemû welatan dikin û dibêjin; me ziyanên şer dîtine û baştir e ku Musliman di navbera xwe de yek bin û pirsgirêkên xwe yên navxweyî divê bi diyalogê çareser bikin.

Li Îranê keçele Kurd bi hinceta ku pora wê vekiribû hat kuştin û ji ber vê yekê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan destpêkirin û hêj berdewam in. Hûn çawa li xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dinêrin?

Ev pirseke navxweyî ya Îranê ye û baştir e ku bihêlin gelên Îranê bi xwe çareser bikin. Mezinkirina vê mijarê û siyasîkirina wê ne tiştekî rast e. Gelekî xel dimirin û ne diyar e ji ber kîjan sedemê mirin e yan jî hatine kuştin. Baştir e ku ev mijara navxweyî bikeve stûyê hikûmeta Îranê û xelkê wê û ew bixwe çareser bikin.

Piştî ku hûn li Efxanistanê bûn desthilatdar rewşa xelkê welatê we çawa ye, bi taybetî di warê aborî û perwerdeyê de? Çima rê li ber xwendina keçan tê girtin?

Berî her tiştî, ez dixwazim bibêjim spas ji Xwedê re ku niha ewlehî û aramî li Efxanistanê heye û ji dagirkeriya Amerîkayê rizgar bûye û baweriyeke wiha jî heye ku hikûmeteke bihêz hatiye ser desthilatê ku di destê kesên zana de ye. Ji bo mijara perwerdê, divê ez bibêjim ku berdewam e, lê ji bo polên 6 heta 12yan ên keçan de, ji ber mijarên olî, çandî, cil û berg û çend mijarên din rawestiya ye, me kar kiriye ku ji nû ve dest pê bikin. Em rê li ber fêrkirin û perwerdeyê nagirin. Derbarê aboriyê de jî , ez divê bêjim ku her çend Efxanistanê ji ber şerr aboriyeke lawaz heye û welatên cîhanê jî bi me re nîne, lê dîsan jî roj bi roj aborîya me geştir dibe û projeyên mezin ên aborîyê bi hene û têne cîbicîkirin.

Piştî êrişa 11ê Îlonê Amerîkayê Efxanistan dagir kir û li wir şer berdewam kir. Niha peywendiyên we ligel Amerîka û welatên din ên cîhanî çawa ye?

Em dixwazin rûpela şer bê guhertin. Amerîkî hat 20 salan li Efxanistanê şer kir, lê serkeftî nebû. Ji ber ku şer ne çareserî bû. Lê me li Dohayê 18 mehan danûstandin kirin  û me çareserî dît. Niha jî pirsgirêkên me ligel Amerîma û welatên Ewropayê hene û têbîniyên me li ser hene, lê divê bi wan re danûstandin û têgihiştinek hebe û hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û têkiliyên dîplomatîk werin çareserkirin.

Plana heye hûn serdana Herêma Kurdistanê bikin?

Mixabin heta niha me serdana Herêma Kurdistanê nekiriye ji ber ku em mijûlî şer bûn, lê em hewl didin ku serdana hemû welatên îslamî bikin û cihên dîrokî û neteweyên cuda bibînin û bi wan re bicivin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin