Berdevkê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî bi Kurdî peyamek belav kir

Berdevkê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî bi Kurdî peyamek belav kir

Berdevkê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî bi Kurdî peyamek belav kirBervdevkê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi Kurdî peyamek belav kir û tekezî li ser piştevanîkirina hêzên Kurdî kir.

A+A-

Di şeşemîn salvegera damezrandina Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Myles Caggins piştî nêzikî sal û nîv berdevkiya wê Hevpeymaniyê erkî bi dawî hat.

Li şûna Myles Caggins berdevkekî nû ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hat erkdarkirin û Colonel Wayne Marotto erkê Caggins wergirt û bû berdevkê nû yê Hêzên Hevpeyman.

Di peyameke vîdyoyî de ku li torên civakî belav bûye, Colonel Wayne Marotto tekezî li ser piştevaniya hêzên Kurdî kir di şerê dijî DAIŞê de û bi Kurdî got, “Çawa yî baş î Kurdistan, zor spas û xwehafîz.”

Wayne Marotto ku berî niha jî berdevkê Hevpeymanan bû, eslê xwe ji Amerîkayê ye û ev 30 sal in di Artêşa Amerîkayê de xizmet dike.

Marotto di daxuyaniyekê de bo Rûdawê got, “Xelkê Herêma Kurdistan û Iraqê di heyama 5 salên derbasbûyî de gelek xweragir bûn û karîn bi qehremanî şerê DAIŞê bikin.”

Ev di demekê de ye ku Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins di kongreya rojnamevanî ya xwatirxestinê de li gel Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî, gelek hestyar bû û giriya.

Myles Caggins ku berî niha çendîn car beşdarî bultenên Rûdawê bûbû, gotibû ew dixwaze dema erkê wî bê dirêjkirin û li Kurdistanê bimîne.

Herwiha Caggins beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bûbû û gotûbû ew gelek bi şens û kêfxweş e ku Kurd nas kirine û tekez kiribû ku hêzên Kurdî di şerê li dijî DAIŞê de roleke gelek girîng û mezin dîtin.

Berdevkê HSD Mistefa Balî jî di wê konferansl de ragihandibû, ku wan weke HSD hevkarekî hêja ji dest dan, lê dostekî baş û dilsoz heta hetayê qezenc kirin. Balî gotibû: “Ceggins dê bi serbilindî vegere. Ji ber ku li dijî mezintirîn rêxistinên terorîst ên cîhanê şer kir û em bi hev re bi serketin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin