
Berdevkê ENKSê: Serok Barzanî rê li serhildana şerê neteweyî li deverê girt
.
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) eşkere kir ku, bizavên zêde yên Serok Barzanî wesa kir ku Hewlêr bibe navendeka aştiyê û rê li karesatan û şerê neteweyî bigire. Herwesa hûrgirliyên civîna wan a bi rayedarên Şamê re jî eşkere kirin û got ku, hikûmetê itîraf bi nexweşiyên borî kiriye û soz daye ku ew zordarî dubare nebe.
Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif duhî (În, 6ê Sibata 2026ê) tevlî geşta nûçeyan a Kurdistan24ê bû tê de bal kişand ser rola Serok Barzanî di vê qonaxa hestyar de û ragihand: Serok Barzanî şev û roj kiribûn yek da ku wê karesata li Rojavayê Kurdistanê qewimîbû çareser bike.
Feysel Yûsif herwesa got: Bizavên Serok Barzanî li hundir û derve, xasma jî têkiliyên wî yên xurt bi Amerîka, Fransa û welatên Erebî re, bû sedema pêşîgirtina li qewimîna şerê neteweyî li deverê û karî Hewlêrê ji bo bidestxistina aştiyê bike bingeha danûstandinan.
Navbirî di derheqa bandora wan bizavan li ser cadeya Rojavayê Kurdistanê de jî got: Xelkî bi hêviyeka mezin li bizavên Serok Barzanî dinihêrî û her tim encam dipirsîn. Baş bû, ew bizav berhemdar bûn û xelk bêhêvî nebû.
Berdevkê ENKSê di pareka din a gotinên xwe de li ser mijara alaya Kurdistanê axivî û got: Hin kesên şovenîst ji ber bilindkirina alaya Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê nîgeran bûn, lê ev ala sembola hebûn û hevgirtina neteweyî ya Kurdan li ser axa wan e; Ew sembola azadî û mafên me ye, ji ber vê yekê em hemî xwediyên vê alayê ne û em di bin siya wê de têkoşînê dikin.
Feysel Yûsif hûrgiliyên civîna bi Hikûmeta Sûriyeyê re jî eşkere kirin û di derheqa têkiliyên ligel wan got: Me bi zelalî ji rayedarên Şamê re got ku pirsa Kurdan ne pirsgirêka 15 salan e, belkî pirseka dîrokî ye ku bi dîroka Sûriyeyê ve girêdayî ye.
Navbirî amaje jî da: Rayedarên Şamê pir erênî serederî kir, got ku ew haydarî wan zilm û nexweşiyan e yên ku di dema rejîma berê de li dijî Kurdan hatine kirin û soz da ku, ew rêyê nedin ku ew bûyer dubare bibin; tekez li ser rola çalak a civaka Kurdan jî kir û amadebûna xwe ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkan bi rêya diyalogê anî ziman.
Berdevkê ENKSê li dawiyê jî got: Kes nikare gelê Kurd tune bike. Bicîhanîna peymana di navbera HSD û Şamê de ji bo danûstandinan û avakirina Sûriyeyeka demokratîk û pirî pêkhate dê bibe derfetek.
(K24)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin