Berdevkê ENKSê: Pêwîstiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi yekrêziya Kurdî heye

Berdevkê ENKSê: Pêwîstiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi yekrêziya Kurdî heye

.

A+A-

Desteya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro li bajarê Qamişlo civiya û Berdevkê ENKSê radigihîne, gavên ku ji piştî kongreya 4em a ENKSê hatine avêtin, hatin nirxandin.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif derbarê civîna îro de ji K24ê re got: “Salek di ser kongreya ENKSê re derbas bûye, Piştî kongreyê me karî hin gavan bavêjin, wek nûkirina ofîsên ENKSê, 3 endamên serbixwe li Desteya Serokatiyê hatin zêdekirin. Di civîna îro de jî, nirxandina wan karan hate kirin.”

Diyar kir jî: “Di civînê de, hevdîtina şandeya Serokatiya ENKSê bi Serok Mesûd Barzanî re û hevdîtina bi Balyozê Rûsyayê li Hewlêrê re hatin nirxandin.”

Feysel Yûsif amaje bi rola ENKSê di nava Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê de kir û tekez kir ku pêwîst e ENKS wek nûnerê gelê Kurd li Sûriyeyê roleke berfirehtir di nava Desteya Danûstandinan bilîze û deng û helwestên ENKS û gelê Kurd li ser maseya danûstandinan deyne.

Feysel Yûsif da zanîn jî, di civînê de rewşa Efrîn û Serê Kaniyê hatin nirxandin û civînê tekezî li ser wê yekê kir ku divê binpêkirinên mirovî û proseya guhartina demografî were rawestandin û koçber jî veger ser cih û warên xwe. Her tekez kir jî, ew hewl didin ofîsa xwe ya xwecihî li Efrînê vekin.

Li ser pirsa diyaloga Kurdî – Kurdî, Berdevkê ENKSê got: “Pêwîstiya miletê me bi yekrêziya Kurdî heye wek pirseke stratejîk û em her jî tekez dikin ku em ji diyaloga Kurdî re amade ne, lê cihê mixabiniyê ye ku aliyê din (PYNK) ne amade ye.”

Nûçe: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin