Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê

Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê

.

A+A-

 Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif, bi boneya Roja Alaya Kurdistanê ragihand, ev ala nasname û sembola hebûna neteweya Kurd e. Yûsif herwiha tekez kir jî, bêyî çareserkirina pirsa Kurd û yekrêziya aliyên siyasî, aramî nayê Sûriyeyê.

 

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif di beşdariya di bultena nûçeya a Kurdistan24ê de, Roja Alaya Kurdistanê li Serok Mesûd Barzanî û tevahiya gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku ev roj encama xebat û qurbanîdana şehîdan e ji Komeleya Xoybûnê heta Komara Kurdistanê li Mehabadê û roja îro.

"Ala Kurdistanê sînorên Sykes-Picot nas nake"

Feysel Yûsif destnîşan kir, Ala Kurdistanê nasnameyek e ku miletê Kurd temam dike û sînorên destçêkirî yên Sykes-Picot nas nake. Herwiha got: "Ev ala, ala azadiyê û mafên mirovan e. Divê em li dora vê alayê bibin yek deng da ku em bikaribin mafên xwe di Sûriyeya paşerojê de misoger bikin."

Helwesta li hember Hikûmeta Şamê

Derbarê helwesta Hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, Berdevkê ENKSê rexne li zîhniyeta desthilata nû ya li Şamê girt û got: "Kurdan berî şoreşa Sûriyeyê xebat û têkoşîn li dijî zordarî û dîktatoriya rêjîma Beis kir. Tevî ku rejîma Beis nemaye jî, lê hîn jî mafên gelê Kurd tê înkarkirin. Heta ku Kurd wekî neteweya duyem a sereke li Sûriyeyê neyên naskirin, aramî li vî welatî pêk nayê."

Yûsif bang li Serokê Qonava Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera kir û got: "Em dengê xwe digihînin birêz Ehmed Şera, eger bixwaze aramî pêk were û yekîtiya Sûriyeyê biparêze, divê pêwendiyê bi Kurdan re bike. Em Kurd jî dibêjin, em ê bibin beşek ji Sûriyeya nenavendî de. "

Berdevkê ENKSê diyar kir jî: “Eger heta niha Ehmed Şera pêşwazî li Şandeya Kurdî ya Hevbeş nekiriye, lê em bi hêvî ne ku di qonaxa bê de pêşwazî lê bê kirin."

"Pirsên siyasî divê girêdayî Şanda Kurdî ya Hevbeş bin"

Feysel Yûsif tekez kir, di van rojan derdikeve ku hin lihevkirin li ser pirsên leşkerî di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Şamê de hene û got: "Eger pirsên leşkerî girêdayî HSDê ne, lê divê pirsên siyasî û çareserkirina pirsa Kurdî girêdayî Şanda Kurdî ya Hevbeş bin. Em jî daxwaz dikin ku Şanda Kurdî bi awayekî siyasî tevlî qonaxa veguhêz bibe."

Yûsif bal kişand ser rewşa navxweyî ya Sûriyeyê: "Hêzên leşkerî yên heyî (HSD) divê erkê wan parastina sînoran û şerê li hember terorê be, lê divê rêveberiya welat bi awayekî siyasî û hevbeş bê kirin. Em dixwazin rêveberiyeke nû ya hevbeş bê avakirin ku hemû pêkhate tê de cih bigirin û biryarên siyasî ne di destê aliyekî tenê de bin."

Kurdistan 24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin