
Berdevkê ENKS: Armanca me ne parçebûn e, lê misogerkirina mafên destûrî ye
.
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Feyzel Yusif ragihand, şanda hevbeş a Kurdî ji bo destpêkirina danûstandinan ligel hikûmeta Şamê amade ye, lê heta niha ji aliyê Şamê ve ti bersiveke zelal wernegirtine. Yusif tekez kir, ew parçebûna Sûriyeyê naxwazin, lê daxwaza sîstemeke nenavendî dikin ku tê de mafên gelê Kurd bi awayekî destûrî bên parastin.
Feyzel Yusif, ku di heman demê de endamê şanda danûstandinan a Kurdî ye, di beşdariya bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de got: "Em wek şanda Kurdî ya hevbeş amade ne. Me ev yek gihandiye rêveberiya Şamê û hikûmeta Ehmed Şera, lê heta niha wan ti nîşanek nedaye ku ew amade ne pêşwaziya me bikin."
Yusif destnîşan kir, pirsgirêka sereke, helwesta hikûmeta Şamê ye ku dixwaze sîstema navendî ya beriya krîzê vegerîne û mafên pêkhateyan nas nake. Wî got, "Navendiya ku ji aliyê Beşar El-Esed û Beisê ve hatibû sepandin, Sûriye gihand vê asta wêranbûnê. Milyonek şehîd, nîvê Sûriyeyê koçber bû. Em nenavendiyekê dixwazin ku gelê me tê de karibe xwe bi çandî, siyasî û aborî bi rê ve bibe."
Berdevkê ENKSê tekez kir jî, ew li dijî parçebûna Sûriyeyê ne û wiha axivî: "Me ti carî daxwaza parçebûnê nekiriye. Em xwe wek pêkhateyeke Sûrî dibînin û dixwazin di avakirina Sûriyeya paşerojê de bibin şirîk. Mafên gelê me ne ji bo danûstandinê ne, lê divê di destûrê de bên garantîkirin."
Derbarê gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê de, Yusif got ku ew li dijî şer û gefan in û çareseriyê di diyalogê de dibînin. Wî got, "Her gaveke leşkerî dê bibe sedema koçberbûna xelkê me. Divê çareserî siyasî be. Em ji welatên garantor û Amerîkayê daxwaz dikin ku rê li ber van gefan bigirin."
Feyzel Yusif di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekrêziya Kurdî û got: "Em wek şanda Kurdî di nav xwe de civînan dikin. Pêwîst e em bi yek helwest û yek rêveberiyê tevbigerin, da ku em karibin mafên gelê xwe di paşeroja Sûriyeyê de misoger bikin."
Derbarê hewldanên ji bo lidarxistina hilbijartinan li Sûriyeyê de, Yusif da zanîn, hikûmeta Şamê hewl dide hilbijartinên ku tenê dubarekirina sîstema berê ne, pêk bîne. Herwia got, "Ew dixwazin li ser bingeha biryarên berê yên wekî biryara 2254an hilbijartinan bikin. Beriya her hilbijartinekê, divê çareseriyeke siyasî hebe û pirsgirêkên bingehîn bên çareserkirin." Yusif amaje bi wê yekê kir ku armanca Şamê ji van hilbijartinan ne çareserî ye, belkî tenê ji nû ve rewakirina desthilata xwe ye.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin