
Bendava Xinisê di ser da çû
.
Bendava Xinisê, ku bendava duyê ya herî mezin a parêzgeha Dihokê ye, ji ber vê pêla berf û baranan a vê dawiyê ya Herêma Kurdistanê di ser de çûye.
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê duhî (În, 02.01.2026) ragihand: “Di 24 saetên borî de, 24 mm ên baranê barîne. Di sala 2021ê de, anko di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dest bi bicihanîna Bendava Xinisê hat kirin û di sala 2022ê de hat temamkirin. Ev bendav dikare heft milyon metreyên sêcarkî yên avê vegire û ji bo sektorên çandinî, çavkaniyên caneweran, geştiyariyê û ava binerdê girîng e.
Ev bendav ji cûnê bendavên axî ye û li qezaya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê ye. Bilindahiya wê 34.5 metre û dirêjahiya wê jî 195 metre ye. Deriyên avderkê jî du boriyên bi qûtra 90 û 50 cm ne.
Li gorî belgenameyên Fermangeha Medya û Zanyaran, xerciya vê bendavê neh milyar û 218 milyon û 486 hezar û 750 dînar bûn. Di warê çandiniyê de, zêdetirî 12 gundan li ser rêya avrêya vê bendavê ne û feydeyî jê werdigirin.
Herwesa armanceka din ji benda Xinisê girîngîdana bi sektora geştiyariyê li aliyê Şêxanê û parêzgeha Dihokê ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin