Bekir Bozdag: Di lêpirsîna erdhejê de ji bo 171 kesan biryara girtinê hate dayîn

Bekir Bozdag: Di lêpirsîna erdhejê de ji bo 171 kesan biryara girtinê hate dayîn

.

A+A-

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand ku di lêpirsîna erdhejê de derbarê 171 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn ku di çêkirina xanî û avahiyan de xemsarî kirine.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bibûn sedema hilweşîna bi deh hezaran avahiyan, bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê kesên ku di çêkirina avahiyên hilweşiya de xemsarî kirine, lêpirsîn hatibûn destpêkirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag roja Pêncşemê 23ê Sibata 2023an beşdarî bulteneke televîzyonî ya Tirkiyê  bû derbarê proseya lêpirsîna erdhejê de axivî.

Bozdag ragihand ku lêpirsînên erdhejê bi awayek çalak berdewam dikin û got, “Heta niha derbarê 583 gumanbaran karûbarên yasayê hatine destpêkirin. Derbarê 171 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn û derbarê 77 kesan de jî biryara desteserkirinê hatiye dayîn.”

Bozdag diyar kir ku ji 171 kesên ku hatine girtin 78 ji wan belênderên avahiyan bûn û 64 ji wan jî berpirsên avahiyan in.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê got, “Herksê ku berpirsyarî û îmzeya wî hebe di çarçoveya vê lêpirsînê de ye. Herkesê ku berpirsyariya wî di çêkirina avahiyekê de hebe dê li pîvera dadê bê pîvandin û karên pêdivî  derabarê wan bê dûdilî bên kirin. Bila gumana ti kesê ji vê yekê nebe.  Herkes dê li pêşberî gel hesabê bide daraz  gel.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di amarên dawî de ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li wan 11 parêzgehan zêdeyî 43 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum roja Çarşemê 22ê Sibata 2023an  ragihand wan kontrola 1 milyon û 188 avahiyên parêzgehên li herêma erdhejê temam kirine ku 4 milyon û 371 beşên serbixwe li xwe digire û gotibû, “156 hezar avahiyên ku di erdhejê de xisarên mezin dîtine, dê bên hilweşandin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin