Bê ziman jiyan nabe! hewcedariya Kurdan bi zimanek hemdemî heye!

Bê ziman jiyan nabe! hewcedariya Kurdan bi zimanek hemdemî heye!

.

A+A-

a-006.jpg

Abuzer Bali Han   (Lêkolîner)    -Kurdolog-

Milet (netewe) bê ziman nabe! Gelê Kurd bi zimanê Kurdî hebûna xwe diparêze! Zimanê Kurdî jiyana Kurdan e! Ziman, bingeha hebûna netewî (millî) ye. Ziman bes ne tenê nifta  dev e! Ziman nifta (kilîta) dilan e, hebûna gelan e! Ji bo vê ye, ku bê ziman, bi teybetmendî bê zimanê dayîkê jiyanek baş hemdemî domandin ne mimkun e!.. Her welat bi zimanê xwe têye bi nav kirin û bi zimanê xwe ew têye nasîn. Bi ziman her tişt têye xemilandin. Zimanê Kurdî ala (beyraq) Kurdan e!... Di roja „Zimanê zikmakî ya cîhanê“ de li Amed û seranserî bajarên Kurdistanê Kurdan hemiyan bi hevra bang kirin:“Bê ziman jiyan nabe!..“ Bi hevra hemî Kurd qîrîn!..

Bes Tirk tenê ne, hemî cihan dizanin ku welatê Kurdan Kurdistan e! Kurdî jî zimanê wan e. Kurdî zimanek di nav zimanên Hîndo-Ewrûpeyî de ciye xwe digire. Zimanên di nav ew malbeta zimanên cîhanê de cih digirin gelek dewlemendin. Yên dibêjin zimanê Kurdî nîn e! Kurdî jar û lewaz e! Yên li ser înkarkirina Kurdan hebûna xwe dixwazin biparêzin û avabikin û dewlemendiya Kurdan ya dîrokî dixwazin tevî hebûna xwe bikin. Ew ne rast e! Ew qet tucaran bi cîh naye!  Yên dixwazin çand û hebûna Kurdan xwedî derkevin û wê bikin hebûna xwe, bes ewna neyar û dizên qirêj in! Dema hemî Kurd çand û zimanê xwe xwedî derkevin, neyar tu caran nikarin ku zimanê Kurdî ji holê rabikin!..

 

Bi helbestek xwe zimanê Kurdî wusa dihunim û ji xwendevanan re diyarî dikim…

 

ZİMANÊ KURDÎ

 

Zimanê Kurdî zimanê me ye,

Bi dewlemendiya xwe nam daye!

Her gotinek xwe zerîf. û delal e,
Ew ji Kurdan re gelek helal e!..

 

Kurdî bi ferhenga xwe wek behr e,
Her gotinek xwe zêr, zîv, cewher e.
Kî dibê Kurd nizanin, dizanin,
Lê çi bikin, bindest û xizan in!..

 

Zimanê Kurdî dûrî (mercan) yekta ye,
Bi her dûra xwe cîhanê wê deng daye.
Çi zaravayê xwe hene, hemî bi xwe ye,
Kurd Kurmanc in, Kurmancî Kurdî ye.

 

 

 

Kurdî bi zaravayên xwe pir xweş e,
Îro di rêya nivîsa hevbeş de dimeşe.
Bila zarava bi yek zimanî serkewe!..
Her ew in, Kurd bi Kurdî netew in!

Netew li dinê hemî gel hev in,
Bes faşîst û rasîst tev hev in.
Yên ku Kurd jar û pêrîşan dikin,  
Her ew dûgelên kolonyalîst in!

 

Di roja me de çi eşîr e û çi êl e,
Hêdî keko bes e, dubendî bihêle!
Dema hêzên netewî nebin yek,
Azadî ne mimkun e, tek û tek…

21.02.2024

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin