Bavê zarokeke revandî bo Mezlûm Ebdî: Rêzê li îmzeya xwe bigire

Bavê zarokeke revandî bo Mezlûm Ebdî: Rêzê li îmzeya xwe bigire

.

A+A-

Zarokeke 16 salî ji aliyê rêxistineke ser bi PYDê ve hatiye revandin, bavê wê jî hawara xwe digihîne Mezlûm Ebdî û jê re dibêje: Rêzê li îmzeya xwe bigire.

 

 Welatiyekî ji bajarê Qamişlo rêxistineke ser bi PYDê ve tometbar dike ku keça wî revandine û bang li Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dike ku rêzê li îmzeya xwe ya li Cenêvê ya li ser rêkeftina qedexekirina leşkerkirina zarokan bigire.

Welatiyê bi navê Fethella Gedo bangewaziyek belav kir û tê de ragihand, “Keça wî ya 16 salî Sema Fethella Gedo ji roja 19/12/2021ê ve ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi PYDê ve hatiye revandin.”

Fethella Gedo dide zanîn: “Keça min pola 11 dixwîne û nexweş e û li gorî rapora bijîjkan nexweşiyên (neurolojîk, psîkolojîk, depresyona giran, îzolasyon, atrofî û kurtbûna mezinbûnê) pê re hene.”

Bavê wê zarokê amaje bi wê jî da, “Di çend rojên borî de sozên vegerandina keça min bo malê ji hin xizm û hevalên min re hatibûn dayîn, lê heta niha ew soz nehatine cîbicîkirin.”

Fethella Gedo di bangewaziya xwe de bang li rêxistinên navdewletî yên yasayî û mirovî, kesên girîngiyê didin mafên zarok û dayikan, partiyên siyasî yên Kurdî kar ji bo vegerandina keça wî bo malê bikin, ta ku keça wî çareseriyên bijîşkî werbigire.

Herwiha Fethella Gedo dibêje: “Ez bi taybetî bang li Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dikim ku rêzê li îmzeya xwe ya li Cenêvê ya li ser rêkeftina qedexekirina leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê re bigire.”

Bavê zarokê tekez dike: “HSD û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi tevahî di ber ewlekariya zaroka min û xerabûna tenduristiya wê ji niha û pê de berpirsyar in.”

Fethella Gedo di bangewaziya xwe de dibêje: “Ez bang li hemû kesên ku bi pirsên niştimanî û mirovî re pêwendîdar in dikim ku kar ji bo rawestandina diyardeya revandina zarok ji aliyê Ciwanên Şoreşger û hemû aliyên din ên leşkerî ve bikin.”

Ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, li bajarê Qamişlo grûpeke ji Tevgera Ciwanên Şoreşger roja 19/12/2021ê keça 16 salî Sema Fethella Gedo dema diçû navenda “Hanza” ya perwerdehiyê revandin û armanc ji revandinê ew e, wê tevlî nava hêzên YPJê bikin.

Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Hezîrana 2019an de bi Neteweyên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokan îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Nûçe / Kurdistan 24

Belgeyên Sema

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin