Baskîlsiwarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li derdora Çiyayê Agirî geştê dikin

Baskîlsiwarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li derdora Çiyayê Agirî geştê dikin

.

A+A-

 Grûpeke baskîlsiwarên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û dixwazin li derdora Çiyayê Agirî geştekê bikin. Bi giştî 350 kîlometre rê li pêşiya vê grûpê ye daku li hemû derdora Çiyayê Agirî bigerin û ew dixwazin bi vê geşta xwe balê bikşînin ser werzişa baskîlsiwariyê jî.

Hejmarek baskîlsiwaran li ser rêya navçeya Bazidê ya parêzgeha Agirî, ku ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û  Îranê çûne, dixwazin li derdora Çiyayê Agirî geştekê bikin. Ew di Deriyê Sînor ê Gurbulakê re derbas bûne ku dikeve navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê. Armanca wan ew e li derdora Çiyayê Agirî bi baskîlên xwe geştekê bikin.

Geştiyar Alî Mîrzaî dibêje: “Ji Îranê heta Bazîdê 60 kîlometre, ji wir heta Îdirê jî 58 kîlometre ye. Em dê ji wir biçin Aralik û Nahcîvanê û derdora Çiyayê Agirî bi bisîkletan bigerin. Rêwîtî gelekî xweş e û rewşa keşûhewayê jî baş e. Pêşwaziyeke baş jî li me tê kirin.”

Ew grûp ji 43 kesan pêk tê ku 17 ji wan jin in.  Wan piştî geşta xwe ya li beşa Çiyayê Agirî ya li navçeya Bazîdê berê xwe dane, aliyê wî çiyayî yê li parêzgeha Îdirê. 

Geştiyar Ferîde Xelêpur jî dibêje: “Hestekî gelek xweş e. Grûpa me zivistanê jî tê. Gelekî baş hilkişiyane ser çiya. Em dê îsal bi berdewamî bên.”

Bi giştî 350 kîlometre rê li pêşiya vê grûpê ye daku li hemû derdora Çiyayê Agirî bigerin. Endamên wê dibêjin her kes bi otomobîlan geştê dikin lê ew dixwazin bi vê geşta xwe balê bikşînin ser werzişa baskîlsiwariyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin