Barzanî, Trump vexwend Kurdistanê

Barzanî, Trump vexwend Kurdistanê

Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Serokê DYA yê nû Donald Trump pîroz kirin

A+A-

Beyana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî;

"Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve ji bo hilbijartina ya wekî Serokê nû yê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we dikin.

Hêvîdarim li wê erk û berpirsiyariya girîng û nû de serkeftî bin. Gelê Kurdistan ev demeke dirêje ketiye ber zulmekî zêde û neçar buyîn bi navê parastina nasnameya neteweya xwe û bi navê azadiyê da xebatê bikîn. Niha jî li şerekî qurs û mezin dayîn li beranber terorîstên Da'îş ku rêxistineke terorîstî cîhaniye û li wê rêyê da jî me qurbaniyeke zêde daye.

Spasî gel û Hikûmeta Amerîka dikîn ji bo wê yarmetî û piştevaniya bi me daye, li vê şerê dijî terorîstan, ku bêguman ew dijî bingehên mirovayetî û azadiyê ne li cîhanê da. Hêvîxwazîn ew yarmetî û hevpeymaniya me li paşarojê de zêdetir berdewam û bi hêztir bê. Gelê Kurdistanê ji bo pêkanîna mafên xwe yên rewa li benda piştevaniyekî tevahî ji cenabê we dike.
Careke din pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikîn û hêviya serkeftinê dixwazîn."

 

Beyana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serkeftina namzedê Partiya Komarî ya DYAyê Donald Trump pîroz kir û got, “Em bi dilgermî dixwazin li Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li serokê nû yê Amerîkayê bikin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Encumena Wezîran de hat destnîşankirin ku Gelê Kurd ji gotinên Birêz Donald Trump ku di wexta kampanyaya hilbijartinan de kiribû, agadar in û bi kelecanî li benda wê alîkariyê ne.

Di berdewiya daxuyaniyê de wiha pê de çû:

“Ez bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê wê, serokê nû yê Dewleta Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump pîroz dikim û hêviyên serkeftinê ji wî re dixwazim.

Wexta li Amerîkayê hilbijartina serokatiyê dihat kirin, me operasyoneke mezin pêk dihanî da ku terorîstên DAIŞê li Mûsil û derdora were derxistin.

Gelê Herêma Kurdistanê ji gotinên Birêz Donald Trump ku di wexta kampanyaya hilbijartinan de piştgiriya xwe ji bo Hêzên Pêşmerge diyar kiribû, agadar in û bi kelecanî li benda wê alîkariyê ne.

Li dijî DAIŞ û komên radîkal di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de îtîfaqeke xurt heye û Herêma Kurdistanê di çarçoveya vê îtîfaqê de ji bo hemû kar û erkên hevbeş amade ye.
Li ser vê yekê, em kêfxweş in ku li Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li serokê nû yê Amerîkayê bikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin