Baroya Şirnexê: Îhaleya daran dane cerdevanan

Baroya Şirnexê: Îhaleya daran dane cerdevanan

.

A+A-

 Ev demeke dirêj e ku dar û daristanên Şirnex a Bakurê Kurdistanê têne talankirin û rewş gihîştiye asteke metirsîdar. Li gorî rapora Baroya Şirnexê di nava çend mehan de ji sedî 8ê daristanan kêm bûne. Rojane bi sedan tonên daran têne birîn, li barhilgiran bar dikin û dibin bajarên Tirkiyê difroşin, îhaleya daran jî dane cerdevanan.

Ne parêzgarî, ne wezaret tu alî bersiveke maqûl li ser vê talanê nadin. Parêzgarî dibêje, ew dar ji bo ewlekariya qereqolan û deverê têne birîn lê li gorî xelkê Şirnexê, eger wiha berdewam bike wê heta çend salan dar li derdora bajêr nemînin.

Herêma Şirnexê ku heta çend sal berê bi şer û pêvçûnan sereketirîn cîh bû, vê carê bi talankirina xweza, birîna dar û daristanên xwe di rojevê de ye. Ew du sal in bi destûra parêzgeriya bajêr li dehan mintiqeyan dar têne birîn. Her roj bi deha barhilgir bi sedan ton darên ku hatine birîn berev bi bajar ên Tirkiye ve vediguhêzin. Saziyên bajêr nerazîbûnên tund nîşan didin lê ne parêzgerî, ne wezaret ne jî dezgeheke din a fermî xema daristanên Şirnexê maxwe.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku her sal ev tişt tên kirin anî ziman, “Heke wiha dewam bike û darên me wiha bên birîn heta çend salan xelkê vê derê nikare nefesê jî bistîne. Qismek li milê Besta ji hêla cerdevanan ve tên birîn îhale bo wan hatye dan. Li hin deran jî dibên hun herin daran bibirin hun çi dikin bikin. Qismekî jî dinin leşkeran gotye herin nibirin ji sedî 60 bo we sedî 40 bo me.”

Birîna daran li derdora bajêr li 15 xalan berdewam dike û lodên êzingan wiha li kêleka rêyan bilind dibin. Hemû ew cîhûwar jî herêmên leşkerî ne û kes nikare nêzikî wan deran bibe. Darên ku têne birîn berev bi Qeyserî, Edene, Mêrsîn û Rihayê ve têne şandin.

Şêniyê Şirnexê Mihemed got, “Welleh haya me jê nîn e. Em bixwe jî zanin gelek tên birîn. Divê qedexe bê xanîn. Ji ber ku ji me hemuyan relazimin ew dar. Ne ku ew ji birînê re xwedê şîn kirine. Tên ji xwe re didûrin û dibin. Tiştekî de tên dibirin. Gereke qesexe be. Ew çê nabe. Kes li ser nasekine.”

Şêniyê Şirnexê Kemal li ser birrîna daran anî ziman, “Dar jiyan e, dar şînahiye. Nabe ku dar bêne birîn. Ew yek nayê qebulkirin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin